ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-12 09:00:02 * Hevşaredarên Şaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek jî di nav de îdianameya derbarê 11 kesan de hat amadekirin. Şahidên nepen ê îdianameyê dibêje: "Gava li çayxaneyê bûm deng hat min. Hevşaredaran digot, em bi dewletê re şer bikin, dozger, qeymeqam, bikujin û li emniyet û cendirmeyan bidin".  * Saada Dawrwîch, gava ji Dêrik a Rojavayê derbasî Tirkiyeyê dibû, li ber çavên du zarokên wî û bavê wî hatibû kuştin. Di ser kuştina Darwîch re 6 sal derbas bûn, lê belê dosyeyê wî hîn jî wek xwe yî berê ye.    * Cezayên li Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanakê hatibûn birîn hatibûn xerakirin. Piştî vê biryar hatibû girtin ku ji nû ve bên darizandin. Danişîna darizandina ji nû ve wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê pêk bê.    * Qeyûmê Mêrdînê, fiyetê avê biha kiribû û ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Mêrdîniyan bertek nîşan da û ji bo qeyûmên ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye gotin: "Ma me deyn kiriye?"    * Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, diyar kirin ku di rîngên yekhucreyî de wan dibin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin û her çend kamera hene dîsa jî di rojên bi mij û moran de nahêlin biçin hewadariyê.    * Beşdarvanên Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, destnîşan kirin ku divê her pîşe ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike û gotin, wê Tora Ziman û Çandan di pêşerojê de bibe tovek ji bo sererastkirina çand, huner, wênesaziyê û hemû beşên hunerê yên din.   * Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî, rageşiya li Rojhilata Navîn û tesîra wê ya li ser yekîtiyaa neteweyî ya kurd nirxand û got, fikrê yekîtiyê xweş e lê belê ji ber berjewendiyên kurdên li her çar perçeyan pêk nehatiye.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tevlî 2'emîn Konferansa Cîwanan a HDP'ê ku dê li Navenda Giştî ya HDP'ê bê liarxistin bibe. (10.00)   * Komxebata Ziman û Çandan di roja 2êmîn de dê berdewam bike. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. (12.00)