Di sala 2019'an de hezar û 736 karker mirin 2020-01-11 16:26:29 STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG'ê, di sala 2019'an de hezar û 736 karkeran jiyana xwe ji dest daye.  Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a sala 2019'an de amade kiribû, li ber Operaya Kadıkoy Sureyya bi daxuyaniyeke çapameniyê aşkera kir. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSKÎ) Kanber Saygili, karkerên ku ji aliyê Şaredariya Uskudarê ya AKP'ê ve bêhincet hatibûn derxistin û gelek kedkar tevlî daxuyaniyê bûn. Rarpora ku bi ser navê "Em ê ji bi jiyîn û jiyandinê li ber xwe bidin" hatibû amadekirin, ji aliyê Endamê Meclisa ÎSÎG'ê Parêzer Onûr Denîz ve hat aşkerakirin.    Onûr Denîz, diyar kir ku ji ber bergîrî negirtina dewletê û karsazan, di sala 2019'an de hezar û 736 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Denîz daneyên raporê jî parve kir û li gorî vê yekê di nav karkerên ku jiyana xwe ji dest dane de 67 zarokên temenê wan di bin 15 salan de jî hene. Dîsa 112 karkerên penaber ên piraniya wan ji Sûriye û Afganistanê jî jiyana xwe ji dest dane.    Di dawiya raporê de jî gilî û gazincên karkeran hatin parvekirin û daxwazên wan ên mîna darizandina karsaz û bidawîkirina rêbazên şertên bêewle hatin rêzkirin.