Di qomayê de ye lê nayê berdan 2020-01-11 15:34:59   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 407’an de dîsa daxuyanî dan û xwestin girtiyê nexweş Veysel Avunan yê di qomayê de ye serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dîsa xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê di hefteya 407’an de dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Komîsyon li ser astengiya polîsan derbasî ber avahiya ÎHD'ê bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin." berz kirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettin, bal kişand ser Nebî Îlhan ê 74 salî ku şevê din li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û wiha got:"Em ji malbata Îlhan û xizmên wî re sersaxiyê dixwazim. Li girtîgehan her ku diçe pirsgirêk zêde dibin. Li girtîgehan gelek nexweşî derketin holê. Mafê wan ê dermankirinê tên astengkirin. Tevî ketiye qomayê dîsa birin girtîgehê.'     Acettîn, anî ziman ku girtiyê nexweş Veysel Avunan  2 sal berê hat girtin û rastî 6 sal û 3 meh ceza hat. Ji 15'ê Îlona 2017'an heta niha girtî ye. Li Girtîgeha Tîpa T a Çewlikê bi nexweşiya zaturreyê ketiye. Piştre bi nexweşiya menenjitê ket. Ji bo dermankirinê şandin Xarpêtê. Beyî teşhîs bikin birin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Li vir heta ji ser xwe çûye derman nekirine. Piştî ji ser xwe çû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Ji wir jî rakirin Nexweşxaneya bajar a Qayseriyê. 21 rojan li Qayseriyê di beşa qomayê de ma. Hişê wî ne li serê wê bû. Tevî ku di qomayê de bû dîsa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Tevî ku bijîşk rapora 'Divê 12 mehan li nexweşxaneyê bimîne" da jî ew ji qomayê derxistin û birin nexweşxaneyê. Gotin 'Dermanê tu dixwe, tu dikare li girtîgehê jî bibîne' û Veysel Avunan dîsaşandin Girtîgeha Tîpa T a Çewlikê. Piştî Avunan demekê li Çewlikê ma û rewşa wî giran bû dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê."    Acettin, xwest Veysel Avunan serbest bê berdan û li derve bêdermankirin û wiha got: "Em wekî parazvanên mafên mirovan di şexsê Veysel Avunan de dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."    Komê bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û “Bila Veysel Avunan serbest bê berdan" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.