Xizmên windayan: Rastiya windayan a di arşîvan de veşarî aşkera bikin 2020-01-11 15:21:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn, daxwaz kirin ku rastiya windayan a di arşîvan de veşarî bi hemû aliyên ve bê aşkerakirin.    Xizmên windayan, çalakiyê xwe ya ku bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" her hefte li Amed, Êlih û Îzmê li dar dixin, vê hefteyê jî berdewam kirin. Li Amedê xizmên windayan û Şaxa Komelya Mafê Mirovan a Amedê rûniştina 570'emîn a çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li pêşiya komeleyê hat li darxistin û Serokê Bajar ê CHP'ê Mehmet Sayin tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin.     ÇÎROKA WINDABÛNA HEVJINÊ XWE VEGOT   Di çalakiyê de aqûbeta Omer Onen ê di 14'ê Çileya 1994'an de li gundê Axtepe yê navçeya Çinarê ya Amedê winda bû, hat pirsîn. Hevjîna Onen Nezîre Baran, diyar kir ku hevjînê ji bo pezê wan ê winda bi traktorê ji malê derketiye û careke din venegeriyaye malê û wiha got: "Piştî 7 mehan traktora hevjînê hat dîtin lê ew nehat dîtin. Dewletê angaşt dikir ku hevjînê min çûye serê çiya. Bavê 3 zarokan çima biçe serê çiya? bi şev û roj ez li hevjînê xwe geriyam. Deriyê ku min lê neda û rêya ku ez lê neçûm nema. Tenê agahiyek jî negirt."   Çalakî bi 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan, di hefteya 476'emîn de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê hatin gel hev û çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Şehymûs Eroglû yê ku di 21'ê Îlona 1995'an de winda bû, hat pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û bi van gotinan bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê: "Heke ji aliyê dewletê ve aqûbeta windayan derketa holê û faîl bihatina darizandin, wê îro pirsa ŞehymûS Eroglû li kuedere nehatina pirsîn."   ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî xizmên windayan û ÎHD, di hefteya 508'emîn de, li ber Bînaya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê hatin gel hev. Di çalakiyê de aqûbeta 11 cerdevanên bi navê Ahmet Kaya, Halît Kaya, Abdûllah Îlhan, Alî Nas, Ramazan Nas, Neytûllah Îlhan, Ramazan Orûç, Hamît Yilmaz, Abdûlhalîm Yilmaz, Mehmet Oner û Lokman Ozdemîr ku di 10'ê Çileya 1996'an de li gundê Gêrê û Yatagan ên navçeya Basa ya Şirnexê, di bin çavan de hatibûn kuştin, hat pirsîn.