Keleka penaberan noq bû: 12 mirî 2020-01-11 14:42:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Girava Paxos a Yewnanistanê kelekeke penaberan noq bû û herî kêm 12 penaberan jiyana xwe ji dest da.    Li peravên başurê rojava yê Girava Paxos a Behra Iyonê ya li rojavayê Yewnanistanê, kelekeke penaberan noq bû. Komên lêgerîn û rizgarkirinê yên li ser agahî dayîna penaberan çûn herêma kelek lê noqî avê bû, 21 penaberî rizgar kirin û cenazeyê 12 penaberan ji nav avê derxistin. Ji ber ku hejmara penaberên di kelekê de nediyar e hê jî li herêmê xebatên lêgerînê yên hewayî û behreyî didomin.