Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e 2020-01-11 13:19:49   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi rojnamegerên bajêr re civiya û di civînê de got: “Ji bo ku tecrîd bê şikandin û komara demokratîk bê avakirin, divê gel kolan tije bikin û bi awayekê xurtir beşdarî têkoşînê bibin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê,  bi rojnamegerên li bajêr re, di taştê de li hev civayan. Taştê li avahiya bajêr a partiyê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Meclîsa Partiya (PM) û gelek kedkarên çapemeniyê tevlî civîna taştê bûn.    ‘JI 90’Î ZÊDETIR ROJNAMEGER GIRTÎNE’   Kemalbay di civînê de axivî û dest pê kê 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir. Kemalbay, bal kişand ser zextên li dijî rojnamegean û wiha got: “Ji 90’î zêdetir rojnameger girtîne. Îro li Tirkiyeyê, yek ji pêngavên têkoşînê, kirina rojnamegertiyê ye. Ev yek bandorekê mezin li têkoşîna demokrasiyê dike. Em weke HDP’ê tim li gel rojnamegerane.”    ‘EM BI BIRYARIN KU YEKITIYÊ AVA BIKIN’   Kemalbay pêvajoya kongreya partiya xwe nirxand û wiha bilêv kir: “HDP di têkoşîna demokrasiyê de bi biryare. Pêdiviya me hemûyan bi têkoşîna hevpar heye. Em bi biryarin ku yekitiya hêzên demokratîk ava bikin. Em niha vê yekê nîqaş dikin. Em li hemû qadan civînan pêk tînin. Di meha Çileyê de  emê konferansa xwe ya jinan li dar bixin. Dîsa em ê konferansek mezin li dar bixin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin, hevalên me yên girtî bên berdan û komara demokratîk bê avakirin, divê gel kolan tije bikin û bi awayekê xurtir beşdarî têkoşînê bibin. Em bi biryarin ku têkoşîna xwe xurtir bikin.”