Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev 2020-01-11 11:31:04 AMED - Raportorê Taybet ê Parastvanên Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Michel Forst, li Amedê, bi hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan re hat gel hev.  Raportorê Taybet ê Parastvanên Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Michel Forst, li ser daxwaza Baroya Amedê ji Enqereyê hat Amedê. Forst, li Bînaya Alîkariya Xizmetên Edlî ya Baroya Amedê, bi hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan re hevdîtinek kir. Seroka Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Acar, Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê yê Amedê Bariş Yavûz, Endamê Lîjneya Birêvebirina Giştî ya Komeya Mafê Mirovan Racî Bîlîcî, Nûnerê Înîsiyatîfa Maf ê Amedê Reha Rûhavîoglû, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr û endamên Lîjneya Rêveberiya Baroya Rihayê tevlî civînê bûn.    Forst, piştî vê civînê serdana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê kir. Fort, li vir bi nûnerên komeleyan re hat gel hev û têkildarî tundî, girtîgeh û binpêkirinên mafan ên li herêmê, ji parastvanên mafên mirovan agahî wergirt.