Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin 2020-01-11 11:22:13   AMED - Li navçeya Çinarê, 2 jê karmend 41 kes ji ber ku erdê bê tapo yê kesekî bi bertîlê li ser kesekî din qeyd kiribûn, hatin binçavkirin.     Li navçeya Çinar a Amedê di xebatên tapo û qedestro yên 6 gundan de nelirêtî hat kirin. 2 jê karmend, 5 jê xebatên şîrketa nexşerêtiyê bi giştî 41 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin yek jê hat girtin û 36 kes jê piştî ku îfadeyên wan ji aliyê cendirmeyan ve hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Walîtiya Amedê têkildrî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di xebatên tapo û qedestro yên 6 gundên Çinarê de nelirêtî hat kiriye û li Amed û Dîlokê li dijî kesên ku nelirêtî kirine operasyona hatine lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de 2 jê karmend, 5 jê xebatên şîrketa nexşerêtiyê bi giştî 41 kes hatin binçavkirin.