Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da 2020-01-11 10:26:32 SÊRT - Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtibû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.  Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan ê bi hincetên siyasî hat darizandin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, pêr li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat emeliyatkirin û duh di saetên serê sibê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.    Nebî yê nêzî 2 salan girtî bû, berî ku bê girtin 2 caran ji dilê xwe hatibû meliyatkirin. Di heman demê de nexweşiyên şekir û tansiyonê yên Nebî hebûn. Nebî, ev mehek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê dihat dermankirin û di organên wî yên hûndirîn de ûr hebû. Bijîşkan berî du rojan Nebî girtin emeliyatê û dûre jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Nebî duh bi şev ji nexweşxaneyê hat girtin û li Goristanan Zevye ya Sêrtê hat definkirin.    Taziya Nebî li mala şînê ya Zevya, ji aliyê malbatê ve hat dîtin.