Malbatên Roboskê: Serokê Meclisê jî guleyek berda edaletê 2017-12-11 10:36:27 ŞIRNEX – Malbatên Roboskê ji bo komkujiya Roboskê bi her awayî bê lêkolînkirin, pêşnûme dan Serokê Meclisê, lê Serokê Meclisê bi hincetên wekî "Çors" û "Birîndar dike" pêşnûme paşve şand. Malbatan bertek nîşanê Serokê Meclisê da û got ku "Serokê Meclisê jî guleyek berdaye daxwaza me ya edaletê." Li gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de êrîşek hewayî pêk hatibû, 19 ji wan zarok, 34 welatiyên kurd hatibûn qetilkirin. Ji bo komkujî bi her awayî bê lêkolînkirin, Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez pêşnûme da Serokê Meclisê. Ji ber ku gotina "Komkujiya Roboskê" di pêşnûmeyê de derbas dibû, pêşbûme bi hinceta "Çors" û "Birîndar dike" hat îadekirin.   Malbatên Roboskê bertek nîşanê Serokê Meclisê dan û aşkera kirin ku 310 hefte ne edaletê dixwazin û aşkera kirin ku ew vê yekê qebûl nakin û vê helwesta Serokê Meclisê wekî guleyeke li daxwaza wan a edaletê hatî xistin, pênase kirin. Zahîde Encu ya kurê xwe Aslan Encu di komkujiyê de hat qetilkirin, got ku "Soza ji bo edaletê neanîn cih". Dayika Hamza Encu Kadriye encû jî ev pirs kir: "Kuştina 34 mirovan ne komkujî ye?" û wiha got: "Bila Serokê meclisê bizanibe ku ev komkujî ye. Divê her kes vê rastiyê bizanibe."