Nerazîbûna dayika ku zarokên wê hatin îstismarkirin 2020-01-11 09:06:46 HATAY – C.O., neviyên xwe îstismar kiribû û bi tawanbariya "îstismara zayendî" tê darizandin. Bûka wî G.O., giliyê wî kiribû ku careke din neyê avahiya lê ne. Lê belê ji bo neyê avahiyê hîn jî derbarê C.O. de tiştek nehatiye kirin. Dayik G.O., got: "Ewlehiya min emanetî kê ye? Ma îlla gere mirov bimirin û paşê mudaxileyek bê kirin?"  Li navçeya Arsûz a Hatayê, C.O. neviyên xwe îstismar kiribû û paşê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Îskenderûnê hatibû darizandin. Di îdianameyê de tê xwestin ku C.O. bi tawanbariya "îstismara zayendî" bê cezakirin. Di danişîna 16'ê Kanûna 2016'an de dozgerî mutaala xwe berpêş kir û xwest C.O. bê cezakirin.    Ji bo C.O. hatibû gotin ku gere neçe avahiya ku malbat lê ye. Lê belê C.O., di 9'ê Çileyê de çûye malê. Li ser vê dayik G.O. jî çûye qereqolê û giliyê wî kiriye. Lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin.    Li ser vê parêzerên malbatê li Dadgeha Malbatê ya 1'ê ya Îskenderûnê giliyê C.O. kirin û dadgehê jî biryar da ku divê C.O. heta 60 rojî nêzî malê nebe.    Dayik G.O., anî ziman ku xezûrê wê yê ku zarokên wê îstismar kiriye di 9'ê Çileyê de hatiye malê û gava hatiye ew û zarokê wê leqayî hev hatine. G.O., destnîşan kir ku wê kêliyê zarokê wê tirsiyaye û reviyaye mala cînara wan a li qata jor. G.O., got: "Kurê min tirsiya. Ji tirsa tiştek hilgirtiye destê xwe. Ji bo ew kes tiştekî neke. Ez ne li malê bûm. Kurê min ji min re got, 'Kalê min niha di avahiyê de ye'. Ji xwe di warê derûnî de tedawî dibe. Ez çûm emniyetê. Emniyetê ji min re got, 'Dikare bê avahiyê. Biryara dûrxistinê tuneye'. Min ji polîs re got, hefteyek şûnde dadgeha me heye û çi malûm e ku ev zilam tiştekî bi me neke? Guh li min kirin, lê tiştek nekirin. Li ser vê bi rêya parêzerê xwe min li Dadgeha Malbatê ya 1'ê ya Îskenderûnê giliyê wî kir. Dadgehê jî biryar girt ku ji malê bê dûrxistin".    Dayik G.O., ji bo helwesta polîsan got: "Ewlehiya min tuneye. Dibe ku zirarekê bide min. Wê kî pêşî lê bigire. Ma îlla gere mirov bimire û paşê mudaxileyek bê kirin?"    MA / Hamdûllah Kesen