Parêzer Sert: Ne ceza, xelat wergirtiye, belkî Berfînê bikuje jî 2020-01-11 09:05:50 HATAY - Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku bi cezayê li kesê ku tîzav (aîst) avêtiye ser çavê muwekîla wê Berfîn Ozek hatiye birîn, şideta li ser jinê hatiye rewakirin û ji bo sûcdar got: "Ne ceza, xelat wergirtiye. Belkî Berfînê bikuje jî".  Di 15'ê Çileya 2019'an de Casîm Ozan Çeltîk, tîzav (asît) avêtibû ser çavê Berfîn Ozek a 19 salî û piraniya ser çavê wê şewitîbû. Piştî vê Çeltîk hatibû girtin û di 7'ê Çileya 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îskenderûnê bi tawanbariya "birîndarkirina bi qesdî" 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî vî cezayî Ozekê gotibû, "ev ceza ne berdêla êşa min e" û îtiraz kiribû.    Parêzera Ozekê Mehtap Sert, pêvajoya darizandinê nirxand.    'LI GOR PÎVANÊN DADGEHA BILIND BÛ'    Parêzer Sert, anî ziman ku di dema lêpirsîna amadekirinê de dozger lêkolîneke dorfireh kiriye û got, delîlên hatin bidestxistin hemû beyanên şahidan piştrast kirine. Sert, anî ziman ku dozgerê lêpirsînê li gor pîvanên Dadgeha Bilind îdianeme bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" amade kiriye û piştî serokê dadgehê qebûl kiriye îdianame hatiye qebûlkirin.    Sert, got: "Lê paşê serokê dadgehê tayînî cihekî din hat kirin. Serokê nû hat. Wê çaxê Berfîn jî li Bodrûmê bû, tedawî dibû. Ji ber vê beyana wê nehatibû girtin. Çimkî ji ber hijyenîkbûnê diviya ew û mirovan nehatana cem hev du. Piştî bijîşk destûr da, çû Dadgeha Cezayê Asliye ya Bodrûmê û îfade da. Dozger jî di 29'ê Mijdara 2019'an de mutalaaya xwe berpêş kir. Lê belê ji bo beyanê me dem xwest. Lê mixabin heyeta dadgehê di 7'ê Çileya 2020'an de biryar girt".    Dozgeriyê mutalaaya xwe spartibû rapora qethî ya Saziya Tiba Edlî ya Zanîngeha Çûkûrovayê. Lê belê di raporê de kêmasî hebûne.    Parêzer Sert, ji bo kêmasiyên raporê got: "Qulên pozê Berfînê girtîbûn. Gava radiket diviya devê wê vekirîbûna. Nikaribû bêhna xwe bistîne. Lêvên wê tune bûn, nikaribû xwarinê bixwe. Gelek caran anestezî dan canê wê. Lê belê ev tişt nehatibbûn nirxandin. Tîzav li ser pêsêrên wê jî ketibû û zirar daye bezê şîr. Lê belê ev jî nehatibûn nirxandin. Loma me îtiraz kir. Di beşa ewil a raporê de behsa wesfa tîzavê ku dibe sedema mirinê kirine. Lê belê dadgehê ev yek nedîtiye û erka xwe ya texdîrê bi kar aniye".    ‘QADEKE REWA HAT AFIRANDIN'    Di danişîna 7'ê Çileya 2020'an de dadgehê bi tawanbariya "birîndarkirina bi qesdî" 13 sal û 6 meh ceza li sûcdar birî.   Parêzer Sert, ji bo "birîndarkirina bi qesdî" anî ziman ku bi vî cezayî şideta li ser jinê hatiye rewakirin û ji bo şidetê qadeke rewa hatiye afirandin. Sert, got: "Çimkî cezayê hatiye birîn kêm e. Li gor rejîma înfazê wê tenê 3 salan di girtîgeha girtî de bimîne". Sert, diyar kir ku piştî 3 salan wê bersûc wekî ku tiştek nebûbe tev bigere û ji bo sûcdar got: "Ne ceza, xelat wergirtiye. Belkî Berfînê bikuje jî".    MA / Hamdûllah Kesen