ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-11 09:00:10 * Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9'an de ye. Heta niha 811 hezar û 307 peyvên kurdî li Wîkîferhengê hatine barkirin. Wîkîferhengê hedefa "Yek milyon peyvên kurdî" danî pêşiya xwe. *  Sal û 4 meh ceza li Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet hat birîn. Ji ber ku wekî çavdêr tev li meşekê bûye ceza lê hatiye birîn. Melet, ji bo cezayê hatiye birîn got: "Tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re tuneye".    * Di Doza Sereke ya Sûrê de, dadgehê hejmara bersûcan kir hincet û biryar girt ku ji xeynî Parlementera HDP'ê Remziye Tosûnê 39 kesên din li dadgehên cuda cuda bên darizandin.    * Ji ber parvekirinên derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê Hevseroka DBP'a Îskenderûnê ya berê Fatma Guneş de doz hat vekirin.    * Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku bi cezayê li kesê ku tîzav (aîst) avêtiye ser çavê muwekîla wê Berfîn Ozek hatiye birîn, şideta li ser jinê hatiye rewakirin û ji bo sûcdar got: "Ne ceza, xelat wergirtiye. Belkî Berfînê bikuje jî".    * Eskeran malên li gundê Mîzak ê Licê şewitandibûn, gundî binçavkiribûn û ji xeynî Mehmet Can Ayşîn, gundî giş berdabûn. Keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn ji bo bavê xwe yê 26 sal in winda ye got: "Li dû bavê min tiştek jî nehiştin. Heta em hestiyên xwe nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin".    * C.O., neviyên xwe îstismar kiribû û bi tawanbariya "îstismara zayendî" tê darizandin. Bûka wî G.O., giliyê wî kiribû ku careke din neyê avahiya lê ne. Lê belê ji bo neyê avahiyê hîn jî derbarê C.O. de tiştek nehatiye kirin. Dayik G.O., got: "Ewlehiya min emanetî kê ye? Ma îlla gere mirov bimirin û paşê mudaxileyek bê kirin?"    * Li Stenbolê girû belav bûye û di depoyên dermanxaneyan de dermanê girûyê nemane.     * Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan. Piştî şilî dest pê kiriye, navenda bajêr bûye gola heriyê û ji ber vê welatî zehmetiyê dikişînin. Qoseriyan bertek nîşan dan.    * Tora Ziman û Çandan dê li Odela Demîr a Amedê "1'emîn Komxebata Tora Ziman û Çandan" ku 2 rojan bidome li dar bixin. (09.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê civîna Rêveberiyên Herêmî di roja duyemîn de bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî berdewam bike (10.00)   * Xizmâen windayan û ÎHD yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên li pêş avahiyên ÎHD'ê berdewam bikin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê di hefteya 722'an de bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê kom bibin. (12,00)    * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş dê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (12.30)    * Platforma Jinan a Dersimê, dê têkildarî îstîsmara zayendî ya li navçeya Periyê li Qada Seyit Riza daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixin. (13.00)    * Akademîsyenên Ji bo Aştiyê, yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin, dê li Odeya Tabîban a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa ÎSÎG'ê dê rapora 2019'an a Cînayetên Kar li Khalkedon a Bakirkoyê aşkere bikin. (14.00)