Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Webb: Sicîla Tirkiyeyê xerab e 2017-12-11 10:09:11 AMED – Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Emma Sinclair Webb bal kişand ser binpêkirina mafê mirovan û got: “Li Tirkiyeyê parastina mafê mirovan wek xebatek rewa nayê dîtin. Di vî warî de sicîla Tirkiyeyê xerab e.”  Li Tirkiyeyê piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) roj tune ku binpêkirina mafê mirovan pêk neyê. Herî zêde jî li bajarên herêmê binpêkirina mafê mirovan diqewime. Dîrektora Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) a Tirkiyeyê Emma Sinclair Webb ku di navbera salên 2004-2007’an de Rêxistina Efûya Navnetewî de xebitî û ji 2007’an vir ve dîrektoriya HRW’ê ya Tirkiyeyê dike têkildarî binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Webb destnîşan kir ku saziyên di warê mafê mirovan de xebat didin meşandin di 2 salên dawî de ji ber binpêkirina mafê mirovan a dijwar Tirkiyeyê bi awayek cidî rexne kirin û got: “Sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnetewî gelek rexneyan li Tirkiyeyê dikin. Têkildarî Tirkiyeyê gelek rapor nivîsandin û xêzkirin. Lê pirsgirêk wek din e. Ev rexne çiqas bi bandor bûn divê mirov vê bipirse. Li welatên Ewropa bi taybetî gotinên nefret û nijadperest gelek zêde bûye. Partiyên rasgir gelek bilind bûn. Piştî encama van çibû. Bêtir met dît ku Ewropayek û Rojaveyek vegeriya hundirê xwe. Der barê Tirkiyeyê de raporan dinivîsînin û hem jî rexne dikin. Lê ji ber ku welatên Rojava di nav xwe de ye di 3 salên dawî de rexneyên li Tirkiyeyê dikin wek ên berê bi bandor nabe.”    ‘REXNE BÊBANDOR DIMÎNIN’    Webb diyar kir ku têkildarî peymana penaberan a bi Tirkiyeyê, gefên DAIŞ’ê û welatên Ewropa ku bi boneya binpêkirina mafê mirovan pêkanîn û rexneyên wan bêbandor dimînin û wiha dewam kir: “Welatên Rojavayî penaberên Sûriyê naxwazin qebûl bikin. Polîtîkayek wan ku tenê dixwazin ev penaber li Tirkiyeyê bimînin. Tirkiye di mijara penaberan de bi tenê ma. Lê Tirkiye beramberî vê yekê gelek pereyên zêde ji Yekîtiya Ewropayê distîne. Ev yek rewşa ahengên polîtîk û siyasî diguherîne. Bi taybetî welatên Ewropa li dijî DAIŞ’ê dixwaze bi Tirkiyeyê re bixebite. Ji ber ku ditirsin ku dê ev êrîş biçin Ewropayê ji DAIŞ’ê ditirsin.”    ‘TIRKIYE JI RÊGEZA MAFÊ MIROVAN DÛR KETIYE'    Webb binpêkirina demên dawî yên li Tirkiyeyê zêde bûne jî nirxand û wiha axivî: “Geşedanên li Tirkiyeyê diqewimin vê yekê dide nîşandan. Ji rêgezên mafê mirovan ên bingehîn dûr bûye û ber bi aliyekî din ve dest bi çûnê kir. Bi taybetî li Tikiyeyê ji dûrbûna rêgezên demokratîk ên bingehîn gelek bibandor e. Pergala serokatiyê jî bandorek girîng dike. Di heman demê de bi OHAL’ê re nebûna çapemeniyek azad û heyîna zextên siyasî ya li ser darazê jî geşedanên gelek girîng in.”    ‘SICÎLA TIRKIYEYÊ YA MAFÊ MIROVAN XERAB E’    Webb nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Nebûna herîkîna nûçeyek asayî pirsgirêkek e. Parazvanê mafê mirovan ji tiştên diqewimin agahdar nabin. Yên dixwazin xwe bigîhînê jî tên astengkirin. Saziyên mafê mirovan bi xebata xwe ya rewa nikarin bi awayekî serbest bimeşînin. Bi taybetî heyetên mafê mirovan li bajarên herêmê nikarin bigerin û çavdêriya bikin. Bi her awayî tên astengkirin. Heta salek berê jî em diçûn Cizîrê dixebitîn. Êdî ji ber ku xebatên me yên li wir astengkirin demek şûn ve em nikarin xebatên bikin. Polîs û rayedarên wir ji me re dibêjin ‘Ji bo lêkolînê divê hûn destûrê bistînin.” Bêguman ev ji bo me astengiyek herî mezin e. Li Tirkiyeyê parastina mafê mirovan wek xebatek rewa nayê dîtin. Di vî warî de sicîla Tirkiyeyê xerab e.”    MA / Denîz Tekîn – Devran Toptaş