Serokê Baroya Wanê: Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor e 2020-01-10 15:52:39 AMED - Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar, diyar kir ku ev 5 salin lêpirsîna cînayeta Tahir Elçî dewam dike, lê hîna jî faîl nehatine dîtin û got: “Divê Wezareta Dadê vê yekê ji bo xwe weke rexne qebûl bike.” Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û dosyeya lêpirsînê zû were birêvebirin di hefteya 210’emîn de li ber Edliya Amedê çalakiya heftane li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Di çalakiya vê heftê de Kursiya Mafê Mirovan ji bo Tahîr Elçî hat avakirin.   Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar ê beşdarî çalakiyê bû û Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, di çalakiyê de axivîn û bertek nîşanî pêşneketina lêpirsîna cînayeta Elçî dan. Aydin, diyar kir ku heya faîl derkevin pêşberî darazê ewê lêgerîna xwe ya maf û edaletê dewam bikin.    ‘WEZARET BÊBANDOR BÛYE’   Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, di axaftina kir de, lêpirsîna cînayeta Tahir Elçî ya tê bi rêve birin bibîr xist û wiha got: “Di lêpirsîn de tu pêşketin çêne bûye. Ne dîtina faîlan wê bergeha edaletê ya civakê bandor bike.”   Ûçar, bal kişand ser komxebata mafê mirovan a Wezareta Dadê pêk anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di komxebatê de ger jidiliyek hebûya, wê demê wê ji bo karneya mafê mirovan a her ku diçe li welat xerab dibe tiştek bikiran. Ji bo ku lêpirsînek bi bandor bê bi rêve birin, divê tişta tê xwestin bê kirin. Divê Wazareta Dadê beraliyê vê derê bê kirin. Ev 5 salin lêpirsîna cînayeta Tahir Elçî dewam dike, lê hîna jî faîl nehatine dîtin. Divê Wezareta Dadê vê yekê ji bo xwe weke rexne qebûl bike.  Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor dimîne.”   Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.