MEBYA-DER'ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin 2020-01-10 13:52:24   AMED –  Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag,  diyar kir ku di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de gel tên tecrîdkirin û got: “ Kengî tecrîd li ser birêz Ocalan radibe heviyên aşitiyê bilind dibin, mirov namirin û fikir tên niqaşkirin. Ev jî nîşan dide ku tecrît şer û rondikên çava ye, diyalog jî jiyaneke birûmet û aştiye.”   Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyên Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî (TUAY-DER), Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) û welatî beşdar bûn.  Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag daxuyanî xwend.   ‘BI KOMPLOYÊ OCALAN JI ROJHILATA NAVÎN DERXISTIN’   Karadag, diyar kir ku di Rojhilata Navîn de Tevgera Azadiyê û Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan astenge li pêş moderniteya kapîtalîst û wiha got: “Ji bo ku ji vê astengê xelas bin bi komployê birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi polîtîkaya tecrîd kirinê xwestin  têkiliyên Ocalan ji cîhanê qut bikin.”  Karadag, da zanîn ku bi qetilkirina sê jinên ku li Parîsê kuştin tecrît û komplo derket asteke jortir  û wiha berdewam kir: “Bi vê komkujiyê xwestin projeyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd neyên niqaş kirin.  Tecrîda ser projeyên çareseriyê bi awayekî navnetewî hat kûrkirin. Dagirkirina Suriyê, Rewşa Lîbya û Îranê nîşandana îflaskirina Modernîteya Kapîtalîst e.”   ‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Karadağ, dest nîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê yên tên meşandin ne tenê li ser Ocalan e û wiha got: “Aliyê vê tecrîdê yê hiqûqî jî nîne. Di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de gel tên tecrîd kirin. Kengî tecrîd li ser birêz Ocalan radibe hevîyên aşitiyê bilind dibin, mirov namirin û fikir tên niqaş kirin. Ev jî nîşan dide ku tecrît şer û rondikên çava ye, diyalog jî jiyaneke bi rûmet û aşitiye. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin ku di nêz de bila dawî lê were û pevajoya muzakereyan bidin dest pê kirin. Tecrît sucê mirovahiyê ye divê teqez were rakirin."