Saçilik: Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derxînin 2017-12-11 09:45:34 AMED - Velî Saçilik ê bi KHK'ê ji kar hat avêtin û ji bo vegere ser karê xwe li Enqereyê têdikoşe, destnîşan kir ku ew mecbûr in nêvengeke hevpar a ku tê de kurd û tirk bi hev re têbikoşin biafirînin û wiha got: "Ji bo jiyaneke azad divê em bi hev re deng derbixin."  Velî Saçilik ê di operasyona "Vegera Li jiyanê" de li Girtîgeha Baybûrtê bi darbeya dozerê milê wî hat jêkirin û bi KHK'ya ku piştî îlankirina OHAL'ê hatb derxistin ji kar hat avêtin û ji bo vegere ser karê xwe li Kolana Yukselê li Enqereyê têdikoşe, têkildarî Hefteya Mafên Mirovan ji bo Sempozyûma Mafên Mirovan hat Amedê û pirsên ajansa me bersivandin. Saçilik bi gotina "Ji ber ku li Amedê me zaf kêfxweş im" dest bi axaftina xwe kir û ev tişt gotin: "Cara ewil e têm bajarekî ku herî zêde kurd lê dijîn. Duh ez li kuçeyên wê geriyam. Min ev tişt dît; ji ber ku her kes min nas dike heyirîm. Her kesî silav dida min. Em di berxwedana Yukselê de ji bo nan û kedê têdikoşin. Nexwe ji 7'tan heta 70 saliyan Amedî rojevê, polîtîkayê dişopînin. Li gel ewqas zext û zoriyên dewletê û polîsan jî, min dît ku bîr û hafizeya her kesî saxlem e."    Saçilik ku got "Îktîdara heyî û siyaseta serdest hemû tiştên muxalif tune dike" û diyar kir ku bi OHAL'ê re zext û zorî zêde bûn û tenê derdorên bindest û muxalif dikarin li gel hev ji derheqê van zext û zoriyan derkevin û ev tişt gotin: "Piştî ku AKP OHAL îlan kir dest bi îxrackirina kedkarên cemaweriyê kir. Li rojavayê fikra ku dê AKP kedkarên kurd îxrac bike û wê dest nede me hebû. Paşê me dît ku ji kurdan dest pê kirin û berê xwe dan hemû kesên ne AKP'î. Bi vê re jî atmosfereke tirsê hat afirandin. Me wiha fêm kir ku çarenûsa me yek e; ji ber ku ez li hemberî jikaravêtina kedkarê cemaweriyê yê kurd bêdeng mam, ez jî ji kar hatim avêtin. Heta ku em bêdeng bimînin em ê di nav bêdengiyê de bifetisin. Wisa difikirim ku ji bo jiyaneke azad û bi hev re divê em bi hev re deng derxînin. Nêvengeke bêdengiyê heye. Wisa difikirim ku me tevî Nûriye û Semîh ev bêdengî li Yukselê şikand, lê divê li her derê vî welatî ku pirsgirêka wî ya azadiyê heye deng derkeve. Ji ber vê ez li vir im. Wek tirkekî hatina min a cem gelê kurd ez kêfxweş kirim. Hezkirinên xwe ji bo gelê Amedê dişînim. Her kesî ez hemêz kirim. Ez vê hemêzkirinê pir qîmetdar dibînim. Divê em wek civak vê hezkirinê li xwe peyda bikin. Divê em parlementerên girtî, rojnamegerên girtî û hemû sendîkavanan silav bikin. Ancax em bi vê hemêzkirinê dikarin wan ji wir rizgar bikin."    Saçilik anî ziman ku divê têkoşîna kurd û tirkan bibe têkoşîneke hevpar û ev tişt gotin: "Gotineke Denîz Gezmîş heye, dibêje 'Bijî biratiya tirk û kurdan.' Ez mirovekî sosyalîst û xwedî vê perspektîfê me. Em mecbûr in têkoşîna xwe bikin têkoşîneke hevpar. Û çarenûseke me ya hevpar heye. Ji ber çalakiya me ya li Kolana Yukselê, bi tawanbariya endamtiya rêxistinê doz li me vekirin, cezayê pereyî li me birîn, îşkence kirin. Dema dewlet ev îşknec dikir tenê bi çavekî muxalif li min dinerî. A rast çalakiya me ne sûc e, lê hebûna me wek sûc tê dîtin. Îro hebûna kurdan, elewiyan jî wek sûc tê dîtin. Hemû kedkarên cemaweriyê yên doza keda xwe û azadiya xwe dikin wek tehdît tên dîtin. Ewçax em jî wisa dibêjin; em hebûn, em hene, em ê hebin. Em li hemberî wan bisekinin."