Qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn 2020-01-10 11:44:25   ENQERE -  Seroka Komeleya 10 Ekîmê Mehtap Sakîncî Coşgûn ji bo sûcên li dijî mirovahiyê banga piştevaniyê kir.    Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10 Ekîmê di hefteya 51’emîn de 103 qûrbaniyên di teqîna mitînga Ked û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat li Meydana Garê ya Enqereyê bibîr anî. Bîranînê bi xwendina navê 130 qûrbaniyan dest pê kir. Endam û rêveberên 10 Ekîm Derê dirûşm berz kirin û carek din komkujiyê şermezar kirin.    ‘EM DEST JI DOZA XWE BERNADIN’    Seroka  10 Ekîm Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn di bîranên de axivî û got: “Bi ser komkujiyê re 51 meh derbas bûn lê em hin bêtir bi hêrs bûn. Doza komkujiyê ya li dijî mirovahiyê dewam dike. Ev doz ji bo me malbatan pirr girîng e. Heke em eywanên dadgehan tije nekin dê encamên ne li gorî dilê me derkevin. Em neçarin vê dozê bişopînin. Em ê dest ji şopandina dozê bernedin. Ji bo em xwedî li şehîd û doza wan derdikevin wîjdanê me rehet e. Teqez wê kujerên rastîn derkevin holê. Em ê meha pêşiya me jî li vir bin û teqez em ê bi ser bikevin. Ez ji bo xwedî derketina 103 qûrbaniyan banga piştevaniyê dikim.”