Mazlûm Ebdî: Li herêma me 3 hezar û 286 kes windane 2020-01-10 11:16:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 hezar û 286 kes windane. Ebdî, da zanîn ku ewê derbarê sûcên hatine kirin de Komîteya Lêpirsînê ava bikin.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîka (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 hezar û 286 kes heya niha ji aliyê rêxistinên çetayan ên cuda ve hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.    Ebdî, da zanîn ku ewê darbarê van sûcan wiha de Komîsyoneke Lêpirsînê ava bikin û got: “Ev komîsyona wê faîlên van bûyeran darbixin holê û bi raya giştî re parve bikin.”   Ebdî, derbarê mijarê de ev parvekirin kir:   "Têkoşîna li dijî windabûnan, berpirsiyek qanûnî û exlaqiye ku dikeve ser mile me hemûyan e. Li herêma me 3 hezar û 286 kesên winda hene. Ev kes ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê hatine revandin. DAIŞ`ê 544 kes, komên îtîlafa watanî ya Sûriyê 2 hezar û 368 kes û cihazên emnî yên rejîma Sûriyê 374 kes revandine. Tevî ku 8 kes li herêmên di bin kontrola me de winda bûne.   Me komîteyek erkdar kir da ku lêpirsînan çeke. Ji bo ku çaranûsa kesên ku li herêmên di bin kontrola hêzên me de winda bûne eşkere bibe. Da ku kesên destên wan di van sûcan de hene eşkere bibin û werin muhesebekirin. Encamên destpêkê yên van lêpirsînan wê di demek nêz de ji raya giştî re bê eşkerekirin."