Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin 2020-01-10 11:02:44   AMED – Walîtiya Amedê qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP'yî ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin kir.    Walîtiya Amedê qeyûm tayînî şûna 3 endamên HDP’yî yên Meclîsa Şaredariya Rezana Amedê Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nûrsel Ornek kir. Li ser fermana Wezareta Karê Hundir her sê endamên HDP’yî di 16’ê kanûna pêşîn de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Li ser daxwaza Walîtiya Amedê, Qeymeqamiya Rezanê; Midurê Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Mehmet Emîn Erdogan tayînî şûna Ramazan Ozçelîk kir, Şefê Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Huru Atay Atici jî tayînî şûna Nûrsel Ozçelîk û Midurê Şaxa Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Rezanê Îbrahîm Halîl Yûvanç jî tayînî şûna Zekî Kanay kir.    BERIYA NIHA JÎ QEYÛM HATIBÛN TAYÎNKIRIN    Di 21’ê cotmeha 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi angaşta doz û lêpirsînên derbarê wan de hene endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Nûrettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Buluttekîn Can ên HDP’yî ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Di 8’ê Mijdara 2019’an de jî Walîtiya Amedê 6 karmendên di saziyên cuda yên dewletê de dixebitîn wek qeyûm tayînî şûna 6 endamên Meclîsê yên HDP’yî kiribû.    Bi tayînkirina van qeyûmên şûna endamên Meclîsê re hejmara endamên Meclîsê yên HDP’yî daket 21 kesan.