DFG: Li dijî zextan em bi hevre têbikoşin 2020-01-10 10:29:51   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG), bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyanî da û xwest hemû rojnameger li dijî zextan bi hevre têbikoşin.    Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG), bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên dixebitin daxuyanî da. DFG'ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1961'an heta niha bi guhertina zagonî ya mafê rojnaemgeran diparêze hat weşandin re, her sal 10'ê Çile wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê qebûlkirin. DFG'ê anî ziman ku hikûmeta wê demê xwest wekî "Roja cejnê" nîşan bidin û wiha got: "10'ê Çile, ne wê rojê û ne jî niha naşibe cejnê. Di qada çapemeniyê de sansurx zext û tundî her berdewam dike. Di 20'ê Îlona 2016'an de OHAL hat îlankirin û bi KHK'ê 179 saziyên medya hatin girtin, 53 rojname, 37 radyo, 34 televizyon, 29 weşanxane, 20 kovar û 6 ajansên nûçeyan hatin girtin. Bi hezaran rojnameger bê kar man. Dîsa di vê pêvajoyê de nasnameya zer a 3 hezar û 804 rojnamegeran hat betalkirin. Hemû nûçe û parvekirinên rojnamegeran sûc tê dîtin."     DFG'ê anî ziman ku ji aliyê gelek kesan ve Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin û wiha lê zêde kier: "Gelek kes Tirkiye wekî 'Nexweşxaneya herî mezin' pênase dikin. Zêdeyî 100 rojnameger li girtîgehê 10'ê Çile pêşwazî dikin. Bi taybeti zextên li ser çapemeniya muxalif zêdetir e. Di sala 2019'an de rojnameger, bi binçavkirin, girtin, darizandinê ji qatê hatin dûrxistin. Tirkiye 10'ê Çile bi betalî, zext, binçavkirin, sansur û otosansurê pêşwazî dike. Ji ber vê yekê ji roja Rojnamegerên Dixebitin zêdetir mirov dikare bêje Roja Rojnaemgerên Naxebitin. Ji ber vê yekê em vê rojê pîroz nakin.    Bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin em Rojnameger Metîn Goktepe yê 24 sal berê di 8'ê Çile le li Alibeykoy a Stenbolê hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin bi hurmetdarî bibîr tînin.    Tevî van hemû şertan, em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku ji bo em rastiyê ronî bikin û bigînin civakê, li dijî tundiya em bi hevre têbikoşin."