3 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin 2020-01-10 09:09:19 WAN - Li Wanê, 3 zarok hatibûn binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatibûn îşkencekirin. Piştî îşkenceyê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di ser lêpirsînê re 11 meh derbas bûne, lê belê heta niha bi qasî serê derziyê jî pêşektinek çê nebûye. Emniyetê dîsa got, dîmenên dema îşkenceyê tunene.  Di 15'ê Sibata 2019'an de li Taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên bi navê O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) hatibûn binçavkirin û li Midûriyeta Şaxa Asayîşê hatibûn îşkencekirin. Piştî derketibû holê ku zarok hatine îşkencekirin, Baroya Wanê û parêzerên zarokan giliyê polîsan kiribû û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di ser lêpirsînê re 11 meh derbas bûne lê belê heta niha bi qasî serê derziyê jî pêşektinek çê nebûye. Piştî çend meh di ser lêpirsînê re derbas bûbûn dozgeriyê ji Midûriyeta Emniyetê ya Wanê dîmenên dema îşkenceyê xwestibûn, lê belê emniyetê dîmen neşandibûn. Bi ser de jî Midûriyeta Emniyetê giliyê Baroya Wanê kiribû.    Piştî gilîkirinê 3 roj şûnde Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Baroya Wanê kiribû hedef û giliyê rêveberiya baroyê kiribû. Baroya Wanê jî giliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kiribû.    Herî dawî Parlementerê CHP'ê yê Mêrsînê Alpay Antmen, ji Wezareta Dadê xwestibû ku derbarê îşkenceyê de bê serwextkirin. Li ser vê Wezareta Dadê jî ji dozgeriyê agahî xwestibûn. Dozgeriyê jî di 21'ê Gulana 2019'an de ji emniyetê dîmenên dema îşkencekirinê xwestibûn.    Emniyetê jî nivîsek ji dozgeriyê re şandibû û di nivîsa xwe de diyar kiribû ku kamerayên derdora Midûriyeta Şaxa Asayîşê nîşan didin hene, lê belê yên hundirê wê nîşan didin tunene. Piştî vê Baroya Wanê jî bi hinceta ku delîl hatine windakirin giliyê emniyetê kiribû.    11 meh derbas bûne lê belê hîn jî bi qasî serê derziyekê pêşektin çê nebûn. Lê belê demek berê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê belgeyeke din ji dozgeriyê re şand. Hat diyarkirin di vê belgeyê de tenê girtekên di dema roja bûyerê de hatine nivîsandin hene.   Heta niha 3 dozger li dosyeyê mêze kirine, lê belê hîn jî veneguheriye dozê.