Şaredarê soz dan sozên xwe neanîn cih 2020-01-10 09:08:13 ŞIRNEX - Şaredarê Bêşebabê Habîp Aşan ku bi rayên esker û cerdevanan bû şaredar, beriya hilbijartinê gelek soz dabûn, lê  heta niha sozek xwe jî bi cih neaniye. Heta niha ji xeynî îkramkirina hinguv û xalîçeyan a ji bo rayedarên AKP'ê û dewletê tu xizmet nekiriye.  Şaredarê AKP'î yê Bêşebabê Habîp Aşan ku bi rayên esker û cerdevanan bû şaredar, ji roja bûye şaredar heta niha hema bêje tiştek jî nekiriye. Xizmeta wî tenê ew bûye ku hungiv û xalîçeyan îkramî rayedarên dewletê û AKP'ê bike. Aşan, gotibû ew ê ji bo îstihdamê li bajêr "navenda bangê" û "navenda dirûtinê ya konfeksiyonê" çê bike. Her wiha beriya hilbijartinê ji gel re gotibû ew ê wesayîta meqamê bi kar neyne û meaş bide jinên ku di bin banê pewerdehiya gel de dixebitin û wê Avgerma Zumrutê jî ji bo turîzmê çê bike.    Lê belê ji roja ku Aşan hatiye ser peywir heta niha hema bêje soek xwe jî bi cih neaniye. Hîn jî kuçe û kolanên navçeyê di nav heriyê de ne û hema bêje bûne kunên xiltan. Hîn jî meseleya ava vexwarinê nehatiye helkirin. Dev ji avakirina "navenda bangê", "navenda dirûtinê ya konfeksiyonê" û çêkirina "avgerma Zumrutê" berde, wesayîta meqamê ku gotibû ez ê bi kar neynim tevê sê wesayîtên zirxî bi kar tîne. Her wiha meaşê ku beriya hilbijartinê carekê dabû jinan piştî halbijartin qut kiriye.    Heta niha tenê xizmetek kiriye ew jî çêkirina hin qenalên avê û li hin kuçeyan bicihkirina kevirên parkeyî ye. Ligel vê tevî qeymeqaêtiyê "Şahiya Bafirkan" jî li dar xistibû û demek berê soz dabû ku ew ê hawizekî girtî yê olîmpîk û 2 qadên baksetbolê ku maliyeta wan 4 hezar TL ye çê bike.    Lê belê mirov dikare bêje ku heta niha xizmeteke berbiçav a Aşan heye ew jî îkramkirina hungiv û xalîçeyan a ku daye rayedarên dewletê û AKP'ê.