ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-10 09:00:18 * Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna got: "Ji bo ku tenûra me bi agirê kesine din vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.” * Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, gardiyanan Mahsûn Çay derb kiriye û ew xistine hucreyê. Gava gardiyan sê caran ser wî kontrol dikin Çay jî li ber wan radibe û gardiyan wî derb dikin.    * Şaredarê Bêşebabê Habîp Aşan ku bi rayên esker û cerdevanan bû şaredar, beriya hilbijartinê gelek soz dabûn, lê belê heta niha sozek xwe jî bi cih neaniye. Her wiha heta niha ji xeynî îkramkirina hinguv û xalîçeyan a ji bo rayedarên AKP'ê û dewletê tu xizmet nekiriye.    * Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, bal kişand ser girîngiya xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û got: "Tişta sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe, bi hêza xwe bawer be û bitêkoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve".    * Li Wanê, 3 zarok hatibûn binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatibûn îşkencekirin. Piştî îşkenceyê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di ser lêpirsînê re 11 meh derbas bûne, lê belê heta niha bi qasî serê derziyê jî pêşektinek çê nebûye. Emniyetê dîsa got, dîmenên dema îşkenceyê tunene.    * Girtîgeha Tîpa F a Wanê, pêkanîneke nû xistiye dewrê. Bi vê pêkanînê ji girtiyan tê xwestin ku beriya di amûra X-rayê re derbas bibin divê xwe tazî bikin û eşofmanên ku îdareya girtîgehê diyar kirine li xwe bikin.    * Endama Desteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanan Cevahîr Sadak Duzgun, da zanîn ku wê tor bi 12 temayan were niqaş kirin û wê di komxebata xwe de nexşerêyekê diyar bikin.   * Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê dê di 51'emîn meha komkujiyê de 103 kesên hatin qetilkin, li Qada GAR'ê bibîr bînin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê li salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, civîna "Hevdîtina Jinan a Rêveberiyên Herêmî û Demokratîk ên HDP'ê" li dar bixin. (10.00)   * Şaxa SES'ê ya Aksaraya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser guhertina cil û bergên li nexweşxaneyan dê li avahiya Şaxê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên di nava hefteyê de civînê li dar bixe. (11.00)   * Baroya Amedê dê ji bo Serokê Baroyê yê berê Tahir Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin, li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 210'an de “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" li dar bixe. (13.30)   * Komeleya MEBYA-DER'ê dê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê li navçeya Erdîşê bi gel re bê cem hev. (14.00)   * SODEV ku bi rêk û pêk ji sala 2001'an de "Xelata Piştevanî û Aştî, Demokrasî û Mafên Mirovan" dide, dê îsal li Otela Taksîm Hîllê bidin Hevserokê Gişti yê berê Selahattin Demîrtaş ê li Edîrneyê girtî. (19.00)   * Hunermendên NÇM'ê dê li Navenda Çandê ya Şaredariya Esenyurtê konser bide. (19.30)