Temellî: Armanca têkoşîna me têkbirina îqtîdara AKP’ê ye 2020-01-09 16:28:12 AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya partiya xwe ya Agirî de axivî û 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û got: “Qetilkirina her sê jinên kurd nîşaneya ku dê bi vê îqtîdarê re çareserî pêk neyê bû. Wê ev îqtîdar tu meseleyan çareser neke. Heta mesele çareser nebe dê demokrasî neyê vî welatî. Em ê vê îqtîdarê biqewirînin. Têkoşîna me ya rêya sêyemîn ev e.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Giriyê bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de jî bi biryar in” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Dawetê ya Şaredariyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    Kongreyê bi bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin dest pê kir. Di kongreyê de ewil Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û her sê jinên kurd ên siyasetmedar bibîr anî. Taşdemîr diyar kir ku bersiv bi kuştina her sê jinan bersiv dan hevdîtinên li gel Ocalan û xwestin peşkê li çareseriya demokratîk bixin. Taşdemîr got ew wek roja berê li gel zextan jî têkoşîna xwe didomînin û divê baş bê zanîn ku AKP êdî gihîştiya dawiya îqtîdara xwe.    Hevşaredarê Agiriyê yê berê siyasetmedar Sirri Sakik jî axaftinek kurt kir.    'NAVÊ VÊ WAN PERGALA TECRÎTÊ YE’    Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreyê de xîtabî xelkê kir û bal kişan ser girîngiya cihê Agiriyê ya di têkoşîna wan de û girîngiya kongreyê vegot.    Temellî her sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anî û got: “Hêj qatilê Sakîne, Leyla û Fîdan nehatine dîtin. Qatil hebû lê di hefsê de jiyana xwe ji dest dide. Lê qatilên rastî derneketine holê. Wê serdemê bi birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan hatibû kirin. Dîsa ev îqtîdar li ser kar bû. Armanca îqtîdarê ew bû ku bi vê komkujiyê peşkê li meseleya çareseriyê bixe.”    ‘EV PERGAL TÊKÇÛYE’    Temellî da zanîn ku ew ê li gel zextên îqtîdarê ku li ser wan dike jî têkoşîna xwe dewam bike û got: “Êdî ev pergal parçe dibe. Navê vê pergalê pergala tecrîdê ye. Teqez em ê hesabê her kirine ji vê pergalê bipirsin. Ji ber ku îqtîdarek têkçûyî li miqabilî me heye. Em navê eşq û hezkirinê ne. Lê bêhna şer ji wan tê. Qetilkirina her sê jinên kurd nîşaneya ku dê bi vê îqtîdarê re çareserî pêk neyê bû. Wê ev îqtîdar tu meseleyan çareser neke. Heta mesele çareser nebe dê demokrasî neyê vî welatî. Em ê vê îqtîdarê biqewirînin. Têkoşîna me ya rêya sêyemîn ev e.”    Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Perîxan Geltûran û Mûrat Ozturk ji bo hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê hatin bijartin.