Cansiz, Fîdan û Şaylemez li bajarên lê hatibûn defin kirin hatin bîranîn 2020-01-09 16:23:47 NAVANDA NÛÇEYAN -  3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne  Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên lê hatibûn definkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de jinan gotin; “Em ê heya dawiyê şopdarê rêya têkoşîna rêhevalên xwe bin.”  3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakînê Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatin qetilirkin li bajarên lê hatibûn definkirin hatin bibîranîn.    Sakîne Cansiz li Dersimê û Fîdan Dogan jî li Mereşê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîna Leyla Şaylemez a li Mêrsînê, ji ber talûkeya provokasyonê nehat li dar xistin.     DERSİM    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê û Tevgera Jinên Azad (TJA) berî biçin li ser gora Sakîne Cansiz, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr çalakiya bîranên li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û gelek jin beşdarî bîranê bûn.   Di bîranînê de wêneyên Cansiz, Fîdan Şaylemez û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn kuştin, hatin vekirin.    COŞKÛN: BI BERXWEDANA XWE BIBÛ SEMBOL    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi Komkujiya li Parîsê, têkoşîna jinan rast rast hedef girtin. Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiya jinan bû. Cansiz tu carî li hemberî îşkence û zilma dewletê serî ne tewand û bi berxwedana xwe bibû sembol. Em soz didin ku emê şer û bîranîna Sakîneyan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”   AYDENÎZ: LI GEL HEMÛ KOMKUJIYAN VÎ GELÎ SERÎ NETEWAND   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, bal kişand ser komkujiya Parîsê û wiha axivî: “Ev komkujî bi destên hêzên tarî pêk hat. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê derp bikin, ev komkûjî kirin. Ligel hemû komkujiyên pêk hatin jî, vî gelî tu carî serî netewand. Emê heya dawiya têkoşîna hevalên xwe yên li Parîs û Sîlopî hatin qetilkirin dewam bikin.”   QÛRNEFÎL DANÎN SER GORA CANSIZ Û ÇIRA PÊXİSTİN   Piştî daxuyaniya li avahiya partiyê, girtse çû Goristana Asrî ya  Şaredariyê ser gora Sakîne Cansiz. Jinan qûrnefîl danîn ser gora Cansiz û mûm pêxistin. Dûre jin, cardin derbasî avahiya partiyê bûn û sînevîzyona darbarê jiyan û têkoşîna Cansiz de hatibû amedekirin, temaşe kirin.    FÎDAN DOGAN LI MEREŞÊ HAT BIBÎRANÎN    Fîdan Dogan a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Gundê Hançiplak a bajaroka Bariş a navçeya Nûrhak a Mereşê hat bîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajarên Dîlokê, Rihayê, Semsûrê û Mereşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Polîsan berî bîranînên, goristan bi maşiyên zirxî dorpêç kirin û welatiyên bi navê Îbrahîm Ûsta û Ahmet Taş ên pankarta wêneyên 3 siyasetdarên jin li ser hilgirtin, binçavkirin. Bajaran a HDP'î li ser gora Fîdan Dogan axivî û got: "7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû. Lê heya niha tu gav nehatiye avêtin. Piştî mirina Omer Guney jî dosyeya dozê hat girtin."    'ÊŞA ME HÎNA PIR ZINDIYE'   Başaran, anî ziman ku bi vê komkujiyê xwestin ku têkoşîna jinên kurd tune bikin û wiha axivî: "Ev êş hîna jî pir nû ye. Têkoşîna 3 jinên kurd li ser avakirina aştî, wekhevî û jiyaneke azad bû. Em ê vê têkoşînê hin mezintir bikin û em ê tu carî bes nekin. Girseyê piştî axaftina Başaran, qûrnefîl danîn ser gora Dogan.    Başaran û kesên pê re dûre çûn serdana malbata Elîf Kisa.   MÊRSÎN   Endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê yên Mêrsîn û Edeneyê jî, xwestin li Goristana Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê Leyla Şaylemez li ser gora wê, bi bîr bînin. Lê ji ber ku 2 leşkerên duh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan li heman goristanê hatin definkirin, bi talûkeya provokasyonê bîranîn li dar nexistin.    Jinan li ser vê yekê ji bo Leyla Şaylemez li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê çalakiya bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de wêneyên Cansiz, Fîdan û Şaylemz hatin vekirin û ji bo wan find hatin pêxistin.    Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevîzyon hat temaşe kirin.