Siyasetmedarên jin hatin bibîranîn: Em ê ala têkoşîna Sarayan tim li ba bikin 2020-01-09 14:38:01 AMED – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di bernameya bîranîna 3 jinên kurd ên siyasetmedar de axivî û got: “Em ê jin hemû bi hev re ala têkoşîna Sarayan ba bikin.” Bîranin li gelek bajaran hat lidarxistin.  Rêxistina HDP’ê ya Rezana Amedê ji bo salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li avahiya xwe bernameyek bîranînê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag, Feleknas Ûca, Meral Daniş Beştaş û Mûsa Farisogûllari û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    Wêneyên jinên hatin qetilkirin li salonê hat daliqandin û bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EM Ê ALA TÊKOŞÎNA WE BA BIKIN’   Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku li nava Parîsê li ber çavê her kesî komkujiyek hat kirin û got: “Rayedarên AKP’ê xwestin bi komkujiyê ‘peşkê li pêvajoya çareseriyê’ bixin. Komkujî bi destên kesên naxwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin pêk hatiye. Taybetmendiyê vê komkujiyê ew e ku bi hevkariya navnetewî pêk hat. Sakîne Cansiz û hevrêyên xwe ji bo têkoşîna gelê kurd nûnertiya bîrekê dikir. Armangirtina jinan ne ji rêzê ye. Xwestin bi vê komkujiyê têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd bifetisînin. Em jî soz didin ku em jin hemû bi hev re ala têkoşîna Sarayan nehêlin bikeve erdê û ba bikin. Bila dilê we rehet bibe, heta em jiyanek azad û wekhev ava bikin em ê vê têkoşînê dewam bikin.”    ÇÛN SERDANA GORISTANÊ    Piştî axaftina Beştaş, sînevziyona qala jiyan û têkoşîna her sê jinan dikir hat nîşandan. Piştî nîşandana sînevziyonê parlamenter, rêveberên HDP’ê derbasî Goristana Yenîkoyê bûn û gorên jinê nhatine qetilkirin ziyaret kirin.    COLEMÊRG Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gever a Colemêrgê jî, bernameya bîranê de hat lidarxistin û 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn. Di bîranên de behsa jiyana û têkoşîna her sê jinên kurd hat kirin. Dûre  sînevîzyon hat temaşekirin QOSER Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo sê siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê Pero Dûndar, Dayikên Aştiyê, endamên meclîsê û gelek jin beşdarî çalakiya bîranên bûn. Piştî axaftinên hatin kirin, sînevîzyon hat temaşekirin û bîranîn bi dawî bû. ANTALYA Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Antalyayê jî, bi heman armencê li avahiya partiyê bîranîn li dar xist. Biranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de behsa têkoşîna azadiya jinê hat kirin. Di bîranînê de, sînevîzyona derbarê têkoşîn û jiyana sê jinan de hatibû amadekirin, hat pêşandan.