Xwarina 10 kesan didin 24 kesan 2017-12-11 09:17:11 ÎZMÎR – Seyithan Şemo ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê hat berdan diyar kir ku xwarina 10 kesan didin 24 kesan. Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê Fîkret Kara jî agahiyên zextên li girtîgehê bi dayika xwe Nebahat Kara re parve kir û diyar kir ku girtî rastî lêdanê tên.  Zextên li girtîgehên Tîpa T a Hêjmar 1-2 yên Şakranê her ku diçe zêde dibin. Girtî rastî neheqî, tundî û lêdanê tên. Girtiyên serbest hatin berdan û girtiyên bi riya malbatên xwe agahiyên der barê girtîgehan de parve kirin, destnîşan kirin ku zextên li ser girtiyan gelek zêde ye.  Seyithan Şemo ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê hat berdan û Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê Fîkret Kara, zextên li ser girtiyan ji Ajansa Mezopotamya re vegotin. Seyithan Şemo ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê hat berdan diyar kir ku xwarina 10 kesan didin 24 kesan. Semo, destnîşan kir ku daxwaznameyên girtiyan nadin muxatabê wan û wiha got: "Li Hejmar 1 a Şakranê xwarina 10 kesan didin 24 kesan. Girtiyên nexweş nikarin derkevin revîrê. Dema bijîşk dixwazin wan sewq bikin jî rayedarên girtîgehê sewqê dane wan. Girtî bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne. Ligel bijîşkê revîrê ji bo teşhîsê sewqî nexweşxaneyên bi rêk û pêk dikin jî wan naşînin nexweşxaneyên derve. Wekî girtiyên nexweş Beşir Danis, Aziz Gokçî û Mehmet Nuri Yilmaz minaka vê yekê ne."    MAFÊ WEŞANÊ TÊ ASTENGKIRIN   Şemo anî ziman ku mafê girtiyan ê weşana rojane, mehan û pirtûkan bi keyfî tê asteng kirin û wiha got: "Rojname tên asteng kirin. Pirtûkan jî bi awayekî keyfî asteng dikin. Girtîyên zanîngehê mafê wan ê perwerdehiyê bi awayekî keyfî tê asteng kirin. Mafê çandî û civakî yê 10 saetan bi awayekî keyfî tê asteng kirin. Saet, gustil û pelavên ku malbat dişîne bi awayekî keyfi ten asteng kirin. Nameyên tên şandin piştî demek dirêj didin girtiyan. Alaven tên şanin 2-3 hefteş ûnde didin girtiyan.    CILÊN YEK TÎP FERZ DIKIN   Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê Fîkret Kara jî agahiyên zextên li girtîgehê bi dayika xwe Nebahat Kara re parve kir û diyar kir ku rayedarên girtîgehê zextan li ser wan dimeşînin û cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Nebahat Kara diyar kir ku ji 2'ê Tîrmeha 2011’an heta niha kurê wê li Tekirdag, Edirne, Kandira û Şakranê maye û 4 caran hatiye sirgûnkirin. Kara, anî ziman ku piştî kure wê hat Girtîgeha Şakranê û şûnde tenê çend caran ziyaret kiriye û wiha got: "Kurê min Kara diyar kir ku mafê wan tê binpêkirin û mafê wan ê hefdîtinê jî bi zanebûn tê bi sînorkirin. Cilên reş û zibî bi zanebûn nagirin girtîgehê. Li ser girtiyan cilên yek reng ferz dikin. Zarokên me diyar dikin ku rêveberiya girtîgehê cilên yek tîp li ser wan ferz dikin.    ‘MIDÛR Û GARDIYAN LI GIRTIYAN DIXIN'   Kara, destnîşan kir ku girtî dema tên sewqkirin  û diçin revîrê rastî lêgerina tazî tên û wiha got: "Midûrê Girtîgeha Hêjmar 2 a Tîpa T a Şakranê Abdullah Demircî gefa "Hûn dê li tipa F bigerin. Hûn xulamê Emerîkane ne. Hûn xayinên welat in: "Hewşa hewayê pir biçûk e. Girtî pir bi zor ezman dibînin. Destûr nadin girtî li tenişta hev rûnên. Bi sedemên vala ceza li wan dibirin. Meş û jimara leşkerî li ser girtiyan ferz dikin."   Divê girtî Kemal Toka ji ber nexweşiyên xwe her xwarinê nexwe. Lê xwarina dixwaze nadin wan.