Cenazeyê karkerê di bin şepeyê mabû hat dîtin 2020-01-09 14:26:37   EDENE - Cenazeyê karker Velî Bektaş ku di 7'ê Çileyê de li navçeya Pozantiyê di bin şepeyê de mabû hat dîtin.    Di 7'ê Çileyê de li taxa çamlibel a navçeya Pozantiyê ya Edeneyê, di saetên êvarê de şepe çêbûbû û nêzî kana kromê karker Velî Bektaş di bin de mabû. Cenazeyê Bektaş hat dîtin.    Operatorê kemçeyê YûsûF Delen (37) roja duşemê ji bo vekirina rêya kana kromê ya 30 kîlometre dûrî navçeyê, bi kemçeyê derket rê. Ji ber ku piştî demekê agahî ji Delen nehat girtin, karker Velî Bektaş (35), Yasîn Kiliç (42) û Eray Mînîk (30) ji bo lêgerîna operator bi piya derketên rê. Saet 17.30'an karker bi qasî kîlometreyek bi pêş ve çûn û şepe bi ser wan de hat. Karkerên kanê ku bûyerê ferq kirin bi hewara hevalên xwe yên karker ve çûn. Ji karkerên cenazeyê Yasîn Kiliç hat dîtin. Karker Eray Mînîk birîndar hat rizgarkirin û Velî Bektaş nehat dîtin.    Operator Yûsûf Delen ku karker bi hewara wî ve çûn bi derfetên xwe ji herêmê vegeriya.    Piştî xebatên lêgerînê îro cenazeyê Beltaş hat dîtin.