AYM: Gotina ‘sûtalê qesrê’ ne heqaret e, rexne ye 2020-01-09 14:15:00   NAVENDA NÛÇEYAN – AYM’ê cezayê bi hênceta “sûtalê qesrê” li Gerînendeyê Weşana Giştî yê Halk TV Şaban Sevînç hatibû birîn betal kir û vî cezayî wek “binpêkirina azadiya gotinê” dît.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), cezakirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Halk TV Şaban Sevînç ku ji Wezîrê Ciwan û Werzîşê Akîf Çagatay Kiliç re gotibû “sûtalê qesrê” betal kir.    Li gorî biryara AYM’ê ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin, gotina “sûtalê qesrê” wek “binpêkirina azadiya gotinê” hatiye nirxandin. AYM’ê gotina “sûtalê qesrê” ne wek heqaret wek rexne pênase kir. Bi vî awayî binpêkirina mafê Şaban Sevînç hat qebûl kirin û cezayî betal bû.