5 meh ceza li rojnamevan Osman Akin hat birîn 2020-01-09 13:42:48 STENBOL – Li Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin bi angaşta “teşkilata esker û polîsan ên dewletê biçûk xistiye" 5 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Danişîna duyemîn a doza Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin ku di nûçeyekê de bi angaşta “teşkilata esker û polîsan ên dewletê biçûk xistiye" dihat darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Akin ê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû.    Parêzer Ozcan Kiliç parastina miwekîlê xwe Osman Akin kir û xwest biryara beratê bê dayîn.    Pişt re dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi heman angaştê 5 meh cezayê hefsê li Akin birî û dê daxuyandina hukmê ceza paşê were eşkerekirin.