Piştî desteserkirina zeytûnan niha jî 20 ton dexl û danê Girê Spî hat desteserkirin 2020-01-09 13:33:31 RIHA – Tirkiye piştî zeytûnên Efrînê niha jî 20 ton dexl û danê li Girê Spî dê bîne Rihayê. Tirkiye bi angaşta dê xelkê Sûriyê di nava aramiyê de bijî û ji bo penaberên Sûriyê vegerin warê xwe niha gelek bajarên Bakur û Rojavayê Sûriyê dagir kiriye. Desteserkirina hilberînên çandiniyê yên li van bajaran dewam dike. Tirkiye piştî talankirin ango desteserkirina zeytûnên Efrînê niha jî dixwaze dexl û danen li bajarê Girê Spî bîne Tirkiyê.    Tirkiyê piştî ku di 2018’an de Efrînê dagir kiribû dest danîbû ser zeytûn û donê zeytûnan ên welatiyan û veguhestibû Tirkiyê.    PIŞTÎ ZEYTÛNAN NIHA JÎ DEXL Û DAN    Niha jî rewşek wiha li bajarên Griê Spî û Serêkaniyê ku Tirkiye di 9’ê cotmeha 2019’an de dest bi desteserkirina wan kir mijara gotinê ye. Tirkiye ji bo anîna dexl û danên li Girê Spî û Serêkaniyê dest bi amadekariya kiriye û îhaleya veguheztinê jî pêk aniye.    ÎHALEYA WÊ HAT KIRIN    Li gorî agahiya îhaleyê ya ji aliyê Platforma Sitendinên Cemaweriyê ya Elektronîk ku girêdayî Saziya Îhaleya Cemaweriyê ya Ofîsa Mahsûlên Axê (TMO) a Rihayê dê 20 ton dexl û danên li Girê Spî bar bike bîne depoyên li Rihayê.    Şirketa Neqliyê ya Oz-Duy a Navnetewî di îhaleya veguheztina dexl û dan de bi ser ket û dê vê îhaleyê bi milyonek û 300 hezar TL’yî bikişîne.    Dê ev Şîrket heta hezîrana 2020’an dexl û danên li herêmê veguhezîne Rihayê.