Li Geverê kesek winda bûbû mirî hat dîtin 2020-01-09 13:08:13   COLEMÊRG – Li Geverê Tahîr Çetîn ê du roj in agahî jê nedihat girtin li nêzî kargeha xwe mirî hat dîtin.    Ji Tahîr Çetîn ê li taxa Yeşîldere ya navçeya Gevera Colemêrgê rûdinê ev 2 roj bûn agahî nedihat wergirtin. Çetîn serê sibê li cihek nêzî kargeha xwe mirî hat dîtin. Cenazeyê Çetîn ku di kîsekî de bû ji aliyê esnafan ve hat dîtin. Esnafan agahî da polîs û komên tenduristiyê û cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.