Velî Encu û 4 kesên din nehatin berdan 2020-01-09 11:21:00   ŞIRNEX – Di danişîna duyemîn a doza Velî Encu ku di komkujiy Roboskî de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din tên darizandin kes nehat berdan.     Danişîna duyemîn a doza Velî Encu yê birayê wî Serhat Encu û gelek xizmên wî di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan û Hevşaredarê Bajarokê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr, xebatkarên HDP’ê Salîh Kerçîn, Mazlum Guzel û Şêhmûs Kerçîn ku girtî tên darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Bi angaşta “endamên rêxistinê ne” di 24’ê gulana 2019’an de hatibûn girtin.    Girtî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û malbatên Roboskî doz şopandin.    Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Girtiyan parastina xwe kir û gotin ew beyanên xwe yên danişîna ewil dubare dikin û xwestin werin berdan û beratkirin.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin berdan û beratkirin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê navberek kin da danişînê. Dadgehê bi hênceta kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin biryara dewama girtinê da û danişînê taloqî 28’ê çile kir.