Rojnamevanên li qadê: Rojnamevaniyê roj bi roj ber bi talûkeyê ve dibin 2020-01-09 10:11:18 AMED – Rojnamevanan bi rasthatina 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin behsa pirsgirêkên rû bi rû dimînin kirin û rojnamevanan diyar kir ku îqtîdar rojnamevaniyê wek “xebatek terorê” û rojnamevan jî wek “terorîst” pênase dike û ji ber vê yekê pîşeya wan wek talûkeyekê tê dîtin.  Rojnamevanan li Tirkiyê di sala 1961’an de ji bo mafê wan ên reha ji aliyê patronên rojnameyan ve dihat xwestin were kêmkirin. Rojnamevan li dijî vê yekê derketin û têkoşîna xwe bi ser xistin. Roja têkoşîna wan bi ser ket 10’ê Çile bû. Ji ber vê yekê 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin hat ragihandin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin. Lê ji ber atmosfera siyasî ya li Tirkiyê di salên dawî de bi sedan rojnamevan bêkar mane û bi ser sed rojnamevan jî di girtîgehan de ne. Rojnamevanên li derve dixebitin jî bi gelek zor û zehmetiyan û zextan re rû bi rû dimînin.   Rojnamevan Hatîce Kamer, Vecdî Erbay, Mahmût Bozarslan, Remzî Budancîr û Înanç Yildiz ên li Amedê pîşeya xwe ya rojnamevaniyê birêve dibin behsa pirsgirên rû bi rû dimînin kirin.    ‘QAD JI ROJNAMEVAN RE HATIYE GIRTIN’    Rojnamevan Hatîce Kamer anî ziman ku bi taybetî ji bo rojnamevanên li qadê dixebitin şertê wan ê xebatê li gorî dema ber3e gelek zehmet bûye û çimkî hema bêje qad hemû ji rojnamevanan re hatiye girtin.    Kamer diyar kir ku şertên rojnamevaniya li Tirkiyê ketiye wê astê ku mafê rojnamevanan ên pirs kirinê jî ji destê wan digirin û got: “Loma her tişt zor bûye. Şertên xwe gihandina nûçeyê û çavkaniya nûçeyê zehmet bûne. Heke di destê rojnamevan de Karta Zer a Çapemeniyê hebe jî lê ev kart derî ji wan re venake. Nûçeya ku rojnamevan çêdike dikin lêpirsîn û ji ber vê yekê doz li rojnamevan vedikin. Herî zêde rojnamevan li Tirkiyê girtî ne. Ev jî ne cihê şanaziyê ye. Tenê nûçegihaniya înternetê di destê rojnamevanan de maye. Bi taybetî rojnamevanî ji asta pê debara xwe kirine derketiye. Gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Bi hezaran rojnamevan li qadê bêkar mane. Ev pirsgirên cidî yên aborî û civakî bi xwe re tîne.”    ‘REWŞ QET NEBAŞE’    Rojnamevan Vecdî Erbay jî bi gotina “qet” bersiva pirsa “Ji sala 1960’an heta îro çi guherî” dide.    Erbay da zanîn ku roj bi roj pirsgirêkên rojnamevanan zêde dibin û dibin cûr bi cûr û got: “Zext û pirsgirêkên rojnamevanan tenê di 10’ê Çile de tê axaftin û pişt re jî tê jibîrkirin. Rojnamevan nikarin pîşeya xwe birêve bibin. Di bin banê sendîkayan de jî rêxistinbûyîn gelek kêm e. Rêxistinbûyîn û piştevanî pirsgirêkan jî ji holê radike. Îqtîdar îro rojnamevaniyê wek ‘xebata terorê’ û rojnamevan jî wek ‘terorîst’ pênase dike. Ji ber vê pênaseyê pîşeya me ber bi talûkeyê ve diçe. Li Tirkiyê bi hezaran rojnamevan bêkar in, bi ser 100 rojnamevanî girtî ne û gelek rojnamevan hatine cezakirin. Li Tirkiyê rojnamevanî tê tecrîdkirin.”    ‘ROJNAMEGERÎ HATIYE BÊ QÎMETKIRIN’    Mahmût Bozarslan ê salên dirêj e li qadê rojnamevaniyê dike jî destnîşan kir ku her roja diçe pîşeya rojnamevaniyê zehmet dibe û giraniya xwe winda dike û got: “Rojnamevanî tenê ne li Amedê û bajarên herêmê li tevahiya Tirkiyê bi zehmetî tê kirin. Her kes rastî van dijwariya tê. Lê li herêmê rojnamevanî bêtir zehmettir e. Li vê herêmê bi navê ‘medya kurd’ têgihiştinek heye. Herî zêde xebatkarên medyaya kurdî di bin şertên zehmet de dixebitin. Rojnamevanek kurd ku lêpirsîn û doz lê nehatibe vekirin û ceza nexwaribe nîne. Alîgirên îqtîdarê jî her tim rojnamevanên kurd û muxalîf hedef nîşan didin û pirsgirêk li ser pirsgirêkan diqewime. Pîşeya rojnamevaniyê ber bi nebaşiyê ve diçe.”    ‘ROJNAMEVAN JI BER NÛÇEYA XWE TÊ DARIZANDIN’    Rojnamevan Remzî Bûdancîr jî ji darizandinên rojnamevanan ku ji ber nûçeya xwe tê darizandin mînak da û şertên ew têde dixebitin şertên herî nebaş in. Bûdancîr got bi taybetî rojnamevanên li bajarên herêmê dixebitin rastî zehmetî û pirsgirêkan tên. Jixwe ku tu rojnamevanek kurd bî û li bajarên kurdan bixebitî hin bêtir şertên te zehmet dibin û her tim mafên rojnamevan tên binpêkirin. Îqtîdarê çapemeniyê kiriye bin kontrola xwe û jixwe re kiriye amûra ku propaganda wan bê kirin. Êdî rojnamevanî kirin jî gelek zehmet bûye.”    ‘BI AWAYÊN KÊFÎ EM TÊN ASTENGKIRIN’    Rojnamevan Înanç Yildiz jî diyar kir ku rojnamevanên li qadê dixebitin gelek caran ji aliyê polîs û eskeran ve bi awayên kêfî tên astengkirin û di her daxuyaniya dişopînin de ji aliyê artêşek polîsan ve rû bi rû dimînin.    Yildiz da zanîn ku di çalakiyên civakî de rojnamevan bi tundiyê re rû bi rû dimînin û di heman demê rojnamevan bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Yildiz anî ziman ku rojnamevan di bin şert û mercên zor û dijwar de pîşeya xwe birêve dibe û bi mûçeyên kêm û bêewle tê xebitandin. Yildiz got 10’ê Çileyê di bin zextan de tê pîrozkirin û divê ev roj wek rojnamevanên naxebitin were pîrozkirin.    MA / Lezgîn Akdenîz