Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî 2020-01-09 09:21:21 EDENE – Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî û otopark li ser çê kiriye. Hîndekara Zanîngeha Çûkûrovayê Prof. Dr. Fazîlet Dûygû Saban jî anî ziman ku ev avahî di sedsala 16'an de hatiye çêkirin û divê bê lêkolînkirin.  Şaredariya Seyhan a Edeneyê, li Taxa Beşocakê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî û otopark li ser çê kiriye. Di sala 2015'an de Taxa Beşocakê wekî qada sîtê hatibû îlankirin û di çarçoveya veguharandina bajêr de avahiyeke dîrokî derketibû holê. Lê belê ji dêvla ku şaredarî avahiya dîrokî biparêze asfalt rijandiye ser û otopark û cihê bazarê li ser çê kiriye.    TUXLE ÎŞARET BI SEDSALA 16'AN DIKIN    Hîndekara Zanîngeha Çûkûrovayê Prof. Dr. Fazîlet Dûygû Saban got: "Gava em li malzemeyên avahiyê dinerin, em dibînin ku kevir û tuxleyên cur bi cur hatine bikaranîn. Dîwarên wê pir nişmî hatine çêkirin û em dizanin ew kevirên bi vî rengî bi piranî ji bo avahiyên bîrdariyî tên bikaranîn. Malzemeyên wê cuda ne û balê dikişînin. Dibe di serdemeke din de jî hatibe avakirin. Kifşe ew tuxleyên li kêleka derî paşê hatine bicihkirin û tuxleyên wê ên sedsala 16'a ne. Bi qenaeta min ev avahî ne avahiyeke dema nêz e. Li ser wê jî tuxle hene. Tuxleyên bi vî rengî, di sedsala 16'an de berbelav bûn. Belkî dîwarê hewşê be jî, lê gava mirov li qalindiya wê mêze dike ne bawer im ê hewşê be. Çimkî ev ne dîwarekî hêsan e".    'XWEDÊ ZANE ÇI HENE ÇI TUNENE'    Saban ku got "Ez bi salan e li qadê me, parsêl bi parsêl van deran dizanim, lê min ev der nedîtibû. Çimkî di navbera dîwaran de mabû. Yanî hêleke wê yî li kuçeyê binere tuneye. Xwedê zane bê çi hene çi tunene" got: "Li gor tecrûbeya xwe dikarim tiştina bêjim, lê ev nabe delîl. Ji bo vê belge lazim in. Qasek berê me li nexşeya sala 1960'î mêze kir. Tê de derbarê vê berhemê de tiştek tuneye. Me li nexşeya sala 1918'an mêze kir ku nexşeya herî kevin a li ber desta ye, tê de jî tiştek xuya nake. Heger ji niha û pê ve li vira lêkolîn bên kirin û kifş bibe berhemek heye, dibe bê kolandin. Ji bo vê jî lêkolîn divên".    MA / Hamdûllah Kesen