Ji Meclîsa Rezanê jesta li ser jestê! 2020-01-09 09:16:43 AMED – Piştî meaşê kêm (asgarî) zêde bû, Meclîsa Şaredariya Rezanê jî meaşê Cîgirê Şaredarê Şaredariya Rezanê Mûhammed Akar zêde kir. Meclîsa Şaredariyê meaşê Akar ji sedî 15 zêde kir û bi vî hawî meaşê Akar ji 160 lîreyî bû 185 lîre.  Di hilbijartina 31'ê Adarê de, HDP'ê li navçeya Rezan a Amedê ji sedî 71'ê rayan girtibû û bi ser ketibû. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji dêvla namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan mazbata dabû namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû. Piştî Beyoglû mazbata wergirtibû, Mûhammed Akar ê AKP'î jî kiribû cîgirê xwe. Meclîsa Şaredariyê jî bi yekdengî meaşê Akar 160 lîre diyar kiribû.   Di civîna meha Çileyê de Meclîsa Şaredariyê li hev civiya ku piraniya endamên wê HDP'Î ne. Di civînê de yek ji mijarên rojevê jî zêdekirina meaşê Akar bû. endamên meclîsê, gotin: "Çend roj berê meaşê kêm (asgarî) ji sedî 12 zêde bû. Hikûmetê ev yek wekî jestek bi nav kiribû. Em jî jestekê dikin û dixwazin meaşê Akar ji sedî 15 zêde bibe".    Meaşê Akar, berê 160 lîre bû. Piştî nîqaşan meaşê wî ji sedî 15 hat zêdekirin û meaşê Akar bû 185 TL.