Îqtidarê xêr di sewalvaniyê de jî nehiştiye: Yeko yeko koç dikin 2020-01-09 09:07:55 RIHA – Şêniyên gundê Kirvan ê Rihayê, êdî nikarin debara xwe bi sewalvaniyê bikin û ji ber vê koç dikin. Berê 60 mal li gund hebûn, lê ji ber koçberiyê niha tenê 20 mal mane.  Şêniyên gundê Kirvan ê navçeya Sêwreg a Rihayê, ji ber polîtîkayên hikûmetê yên çandinî û sewalvaniyê êdî nikarin debara xwe bi sewalvaniyê bikin û yeko yeko koç dikin. Gundî heywanên xwe difiroşin û koç dikin. Berê 60 mal li gund hebûn, lê ji ber koçberiyê niha tenê 20 mal mane.    Fedlî Guler ku pez û dewaran xwedî dike, anî ziman ku par tevî berxikên wan cota pez bi 4 hezar lîreyan kiriye, lê belê îsal cota pez bûye 2 hezar û 600 lîre. Guler, diyar kir ku êdî nikare heywanan xwedî bike û got: "50 hezar lîre xisirîm. Îsal min çêlek kirîn, lê êdî nikarim xwedî bikim. Fiyetê ce, genim û kayê pir biha bûye. Min 15 hezar lîre mesref li wan kiriye, lê niha rabim bifiroşim ancax heba wan bi hezar û 500 lîreyî biçe. 4 sal berê rewşa me pir baş bû. Wê çaxê heywan erzan bûn, ce û ka erzan bû. Berê qamyona kayê bi 5 hezar lîreyan bû, niha bûye 10-15 hezar lîre".    KOÇ KIRIN   Guler, diyar kir ku axirê ew ê heywanên xwe bifiroşe û berê xwe bide bajêr û got: "Wekî din tu çare tuneye. Ji mecbûrî em ê koç bikin. Berê li gund 50-60 mal hebûn, lê niha 20 mal mane. Gişa koç kir, çûn. Ji ber ku nikaribûn heywanên xwe xwedî bikin û debara xwe bikin".    'CE Û KA BUHA BÛN, HEYWAN ERZAN BÛN'    Celal Çelîk jî diyar kir ku berê mala wî li navenda Sêwregê bû, lê belê ji bo sewalvaniyê bike pere deyn kiriye û hatiye gund. Çelîk ku ji ber buhabûna fiyetên ce û kayê nikare heywanên xwe xwedî bike got: "Niha rabim wan bifiroşim, wê kes nekire. Nêzî 200 miyên min hene. Min bi deyn cota wan bi 3 hezar û 500 lîreyî kirî. Lê niha nikarim bi vî fiyetî jî bifiroşim. Ancax 2 hezar û 500 lîreyî bikin. Ce û ka buha bûne, lê heywan erzan bûne. Berê baş bû. Lê niha qet nebaş e".