Dadgehê ji bo cinayeta li girtîgehê got, 'qisûr' a Wezareta Dadê ye 2020-01-09 09:04:24 AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê, girtiyê astengdar Serhat Kaya hatibû kuştin. Dadgehê, ji bo kuştina Kaya diyar kir ku "qisûr" a îdareya girtîgehê ye û xwest Wezareta Dadê 280 hezar TL tazmînat bide malbata Kaya.  Serhat Kaya ku di sala 2007'an de ji ber sûcên cur bi cur 80 sal ceza lê hatibû birîn, di sala 2015'an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê hatibû kirin. Li vira hikumxwaran bi awayekî dijwar Kayayê astengdar derb kiribûn û ji ber vê Kaya di 15'ê Cotmeha 2016'an e jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Kaya, derbarê hikumxwar Dûrmûş Yilmaz, Oktay Kuren, Emrah Daşdemîr, Resûl Efe Altinbuken, Emrah Tûtar û Yahya Topal de bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" lêpirsîn hatibû destpêkirin û paşê cezayê muebeta giran li wan hatibû birîn.    Her wiha ji ber vê cinayetê derbarê Midûrê Yekemîn ê Girtîgeha Ordûyê Z.A.P., Midûrê Duyemîn ê Girtîgehê Ş.S. û 41 karmendên girtîgehê de jî bi tawanbariya "nebicihanîna peywira xwe" doz hatibû vekirin û ev doza navbirî 6 sal û 2 meh in li Dadgeha Cezayê Asliye ya Perşembeyê didome.    Parêzerê malbata Kaya Parêzer Abdûllah Zeytûn jî bi hinceta ku di kuştina Kaya de "qisûr a îdareya girtgehê ye", di 24'ê Tebaxa 2017'an de li Dadgeha Îdareyê ya Ordûyê doza tazmînatê li Wezareta Dadê kiribû. Doz bi dawî bû.    Dadgeha Îdareyê ya Ordûyê, ji bo kuştina Kaya diyar kir ku "qisûr" a îdareya girtîgehê ye û xwest Wezareta Dadê 280 hezar TL tazmînat bide malbata Kaya.    MA / Aydin Atay