Rojnamevan Aykol: Em bi bedelên giran hatin heta van rojan 2020-01-08 16:36:31 AMED – Rojnamevan Huseyîn Aykol li Amedê bi xwînerên xwe re hat gel hev. Aykol got ew ji rojên ku rojname dihatin bombebarankirin, rojnameger dihatin kuştin, girtin, dihat sirgûnkirin û di wan şertên bedel dane de hatine van rojan.  Rojnamevan Huseyîn Aykol ji bo pirtûka xwe ya “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak (Di Demên Cuda De Jiyîn)” a ji Weşanên Aramê derket û ku qala çapemeniya kurd dike gotûbêj bike û îmze bike li Pirtûkxaneya Lîlavê bi xwînerên xwe re rûnişt. Aykol ewilî li ser bîranînên rojnamegeriya kurdî ku di pirtûkê de cih dayê vegot û pişt re bersiva pirsên xwîneran da.    ‘EM NÛÇEYÊN KU KES NIKARE BIWEŞÎNE JI WE RE RADIGIHÎNIN’    Aykol da zanîn ku wan di 30 salên dawî de 60 rojname derxistine û got: “Dewletê rojnameyên me digirt. Lê belê me bi israr rojnameyê derdixist. Rojname hat bombebaran kirin. Rojnameger û belavkar her roj dihatin kuştin û girtin. Beşek ji van rojnamevanan ji neçarî sirgûnî welatên derve bûn. Em bi bedel dayînek giran hatin heta van rojan.”   Aykol destnîşan kir ku vê pêvajoya wan a 30 salan bi hêsanî derbas nebû û wiha got: “Ez wek endamek çapemeniya kurd ku 30 sal in me xwest em hin tiştan bikin li pêşberî we ne. Min di hemû rojnameyan de erka asta jor hilda ser milê xwe û xebitîm. Ez di wê baweriyê de me ku me karek gelek bi rûmet birêve bir. Wek sêpêyan (trîpotan) sê lingê medyayê jî hene. Berhevkirina nûçeyan, edîtorên ku difikirîn dê çawa herî baş nûçeyan ji xelkê re ragihînin û lingê sisêyan jî rojname, weşana televîzyonê û bi bayîyan ragihandina ji bo gel. Bi vî awayî ji sê lingan pêk tê. Nûçegihanên me, edîtorên me û 15 belavkarên me yên biçûk hatin qetilkirin. Hevalên me yên astengdar û 60 salî ku ji bo debara malbata xwe bikin wan qetil kirin. Em nûçeyên ku hin kesên din nikarin biweşînin em ji we re radigihînin. Ji ber vê yekê em bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Em difikirin ku heta dawiyê em ê vî karî bikin.”    ‘KURTEYA DÎROKA ME YE’    Aykol diyar kir ku wî pirtûka xwe li ser van bîranênên 30 salan nivîsandiye û got: “Pirtûka min kurteya dîroka me ye. Gelek tiştên werin nivîsandin hene. Em bi saya şehîdên xwe hatin heta van rojan. Heke hêj em îro li ser pêya bin û hene bi saya saziyên me yên çapemeniyê, televîzyon, rojname, kovar, malperên înternetê û şehîdên me ye. Heta îro em dixwazin layîqî bîranînên wan bimînin.”    Piştî hevpeyvînê rojnamevan Aykol pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kir û bi wan re sohbet kir.