Îttîraza ji bo cezayê xebatkarê rojnameyê hat redkirin 2020-01-08 16:00:32   MÊRDÎN - Îttîraza ku ji bo 6 sal û 3 meh cezayê li xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ku bi KHK'ê hatibû girtin, hatibû birîn, li Dadgeha Îstînafê hat kirin, hat redkirin.   Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz bi KHK'ê hatibû girtin, di 2018'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li navçeya Dêrik a Mêrdînê hatibû girtin. Yilmaz, di 26'ê Hezîrana 2019'an de hatibû berdan û di mijdara 2019'an de ji doza ku jê dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza li hatibû birîn.    Parêzerê Yilmaz, biryara ku hatibû dayîn, li Dadgeha Edliya Herêma ya Amedê îttîraz kiribû. 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgehê, cezayê ku li Yilmaz hatibû birîn, di cih de dît û serlêdana îttîrazê red kir. Daîreyê diyar kir ku ji bo temyîzê rêya Dadgeha Bilind vekiriye.    Yilmaz, bertek nîşanî biryarê da û nexweşiya xwe bi bîr xist û got ku dê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne.