Demîrtaş: Dozger ji kî re xizmetê dike û derdî wî çi ye? 2020-01-08 15:35:45 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza xwe ya roja duyem de bersiv da fezlekeyên têkildarî axaftinên kiriye hatiye amadekirin de û got: “Pêwîste mirov ji wî dozgerê van axaftinên min kiriye ‘rêveberiya rêxistinê’ bi guman be. Ji kî re xizmetê dike, derdê wî çi ye, divê mirov viya nîqaş bike.” Dadgehkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê dimîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Demîrtaş derbarê fezlekeya jimara 3’an a têkildarî axaftina wî ya di 24'ê Cotmeha 2015’an li Licê kiriye parastin kir.    Demîrtaş anî ziman ku fezlekeyek pir dirêje û wiha got: “Ez ê fezlekeyê gişt nexwînim. Çimkî fezleke ji axaftina min û hevalên min siyasetmedar û dîrokçeya KCK’ê pêk tê. Yanî ev fezlekeyek ji axaftina min a cihên cuda pêk tê.”    ‘ARMANCA ME EW BÛ KU EM ŞER RAWESTÎNIN’    Demîrtaş diyar kir ku axaftinên wî yên dezlekeyê de bicih kirine hemû bijartine û ev fezlekeyên hatine amadekirin stardbûna dozgeran nîşan dide û li ser arastekirinê hatine amadekirin.    Demîrtaş axaftinên wî yên di fezlekeye de cih digirin xwend û ev axaftina di navbera hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê ya 2015’an de ye ku kiriye. Demîrtaş got di wê serdemê de lig elek navçeyan şer hatibû destpêkirin û wan jî hewl dida wan şeran rawestînin.    Serokê dadgehê pirsa ev axaftin aîdî Demîrtaş e kir û Demîrtaş bersiv da û got axaftin aîdî wî ye û naverok jî aîdî wî ye. Demîrtaş got axaftinên wî hemû hatine berovajîkirin.    AXAFTINÊN DI FEZLEKEYÊ DE XWEND   Demîrtaş paşê axaftina di 24’ê Cotmeha 2015’an de li Amedê kiriye û wek “rêveberiya rêxistinê” di dosyeyê de delîl hatiye nîşandan xwend. Demîrtaş di axaftina xwe de behsa rol û rista aştiyê, demokrasiyê, muzakere û diyalogan dike.    ‘NIRXANDINA DOZGER NE DI XEMA MIN DE YE’    Demîrtaş piştî xwendina wan axaftinên xwe parastina xwe domand û wiha got: “Axaftinên di fezlekeyê de hatine bicih kirin ramanên min in. Ez dubare dikim û beşdarî wan axaftinên xwe dibim. Dema em vedigerin û li paş xwe dinêrin em dibêjin xwezî me wan axaftina pêk bianiya. Xwezî wan tiştên me gotin ew hêza me ya siyasî hebûya û me dikaribûya bixistina meriyetê. Tenê ez ji bo vê xemgîn im. Nexwê pir ne di xema min de ka dozger wê axaftinê çawa dinirxîne. Pêwîste mirov ji wî dozgerê van axaftinên min kiriye ‘rêveberiya rêxistinê’ bi guman be. Ji kî re xizmetê dike, derdê wî çi ye, divê mirov viya nîqaş bike.”    Piştî ku Demîrtaş axaftinên di fezlekeyê de xwend heyeta dadgehê navber da dadgehkirinê.    Piştî navberê dê Demîrtaş parastina xwe ya têkildarî fezlekeya hejmara 3’an de dewam bike.