Qeyyûm: Lîsa Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin 2020-01-08 14:48:16   AMED - Wekîlê Serokê Daîreya Karên Civakî Çandî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Akin Erîm, têkildarî derxistina ji kar a Lîsa Çalan, angaşt kir ku Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin.    Wekîlê Serokê Daîreya Karên Civakî Çandî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyyûm ve tê birêvebirin Akin Erîm, têkildarî derxistina ji kar a Lîsa Çalan ku di 5'ê Hezîranê de di êrîşeke DAIŞ'ê de li Qada Stasyonê Amedê her du piyên xwe winda kiribû, angaşt kir ku Çalan ji kar nehatiye derxisti, di 31'ê Kanûna 2019'an de peymana wê hatiye feshkirin û nehatiye nûkirin.