Danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hat dîtin 2020-01-08 13:15:58 MÛŞ – Rojnameger Îdrîs Sayilgan ku ji ber xebatên rojnaemgeriyê hatibû girtin û zêdeyî 3 salan girtî ma, piştî hat berdan ji dozek din dîsa derket pêşberî dadgehê. 1'emîn danişîna doza Îdrîs Sayilgan a bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin, hat dîtin. Rojnameger û Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan, di 24'ê Cotmeha 2016'an de hat girtin û di 27'ê mijdara 2019'an de hat berdan. 1'emîn danişîna doza Îdrîs Sayilgan a bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat dîtin. Der barê Sayilgan de bi binceta têkildarî nûçeyan bi telefonê axivî ye nûçe li ser medya civakî parve kirine, bi kanalên TV re bi telefonê agahî dane, sûc hat dîtin. Sayilgan û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Sayilgan, anî ziman ku berê jî der barê wî de doz hatibû vekirin û rastî 8 sal û 3 meh ceza hatibû. Sayilgan, anî ziman ku xebatên xwe li gorî azadiya ramanê û çapemeniyê kiriye û wiha divê wekî sûc neyê dîtin. Sayilgan, anî ziman ku parvekirin li ser bingeha rojnamegeriyê ye. Bi tu awayî tundiyê venahewîne. Divê li gorî azadiya ramanê bê nirxandin."    Parêzer jî parastin kir û beraeta muwekilê xwe xwest.    Heyetê piştre doz taloqî 25'ê Adarê kir.