‘Komkujiya Parîsê berdewama 9'ê Cotmehê ye' 2020-01-08 12:43:18   AMED - 7 sal borîn, lê hêj kujerê 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin nehatiye ronîkirin. Her çend Omer Guney ê wekî tetikêş dihat zanîn û têkiliya wî bi MÎT'ê re heye jî ji ber li girtîgehê bi awayekî şik mir, kujer nehatiye ronîkirin. Hevalên 3 jinên kurd ên xebatê diyar kirin ku “Kuştina 3 jinên kurd berdewama 9'ê Cotmehê ye. Hevrêyên 3 jinên Kurd anîn ziman ku di kuştinê de rola îstîxbarata Fransa zêde ye.    Di 3'ê Çileya 2013'an de yekem car heyeta siyasetmedarên kurd çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin kirin. Piştî hevditina yekem a siyasetmedaran bi Ocalan re çebû, di 9'ê Çile de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakine Cansiz (Sara) û Nûnera Kongreya Neteyeya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbin) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî), li buroya Enformansa Kurdistanê rastî êrîşek suikastê hatin û hatin qetilkirin. Piştî 3 jinên Kurd hatin qetilkirin li Ewropa û gelek bajarên Kurdistanê gelê kurd rabûn ser piyan û çalakî li dar xistin. Kurdan xwestin kujer û hêzên li pişt kujer bên ronîkirin û cezakirin.    FRANSA BIRYARA VEŞARTINE DA   Piştî 3 jinên Kurd hatin kuştin, ji bo faîl bên darizandin lêpirsîn hatin destpêkirin. Her çend Wezîrê Karên Hundir ê Firansayê Manuel Valls, diyar kir ku "Cînayeta pêk hatiye nayê qebûlkirin" jî der barê dosyayê de biryara veşartinê dan. Di sala 2014’an de biryara veşartinê rakirin, lê piştî demek kin dîsa biryara veşartinê dan.    QATIL HAT GIRTIN   Piştî bûyerê 8 roj şûnde, hat Omer Guney wekî bersûc hat girtin. Piştî Guney hat girtin, Dozgerê Fransayê diyar kir ku Guney ji têkiliya rêxistina terorê tê darizandin. Li aliyekî endamên MÎT'ê bi Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin dkirin, li aliye din suikast pêk anîn. Li ser vê yekê MÎT, di 15'ê Çileya 2014’an de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku têkiliya teşkîlata wan û cînayetên Parîsê bi hev tune ye.    BERSÛC BI ŞIK MIRÎ HAT DÎTIN'   Ji bo cînayet ronî bibe lêpirsîn hat destpêkirin û lêpirsîne heta Gulana 2015'an berdewam kir. Biryar dan ku bersûc Guney derxin dadgehê. Roja yekemîn a danişînê jî wekî 23'ê Çileya 2017'an nîşan dan. Têkildarî cînayetê li Tirkiyeyê jî lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku Guney di 22'ê Tebaxa 2012’an de de hatiye Enqereyê. Rojeş şûnde ji bo pasaporta bi çîp seri li Midûriyeta polîsan a Enqereyê daye. Guney, di 24'ê tebaxê de pasaport girt. Li gorî lekolînê di nava salekê de 13 caran ket Tirkiye û derket dervê sînorê Tirkiyeyê. 19 roj beriya cînayet di 18'ê kanûna 2012'an de ji Parîsê hat Stenbolê û ji wir jî hat Enqereyê. piştî rojekê ma dîsa bi balafirê çû Polîsê. Ziyareta Guney bi têkiliya wi û MÎT'ê ve hat girêdan. Lê beriya ku Omer Guney derxin danişînê, 36 roj berê di 17'ê Kanûna 2016’an de bi îdîaya nexweş ket rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê bi awayekî şik jiyana xwe ji dest da. Pişytî Guney jiyana xwe ji dest da doz betal bû.    ROLA MÎTÊ YA DI DOSTAYÊ DE    Li ser îtiraza parêzeran di nîsana 2017'an de têkildarî rola MÎT'ê lêpirsînek din hat vekirin. Malbata siyasetmedarên Kurd ên jiyana xwe ji dest dan, di Adara 2018’an de, ji bo kesen "Fermana cinayetê dane û şirike sûc" bên darizandin, xwestin lêpirsîn bê destpêkirin. yeniden ele alınması amacıyla bir anti-terör yargıcı görevlendirildi. Parêzerên dosyayê Jean-Louis Malterre, di vê lêpirsinê de diyar kirin ku rola MÎT'ê jî dê bê pirsîn. Prz. Malterre diyar kir ku lêpirsin tenê bi darizandina Omer Guney tê bisînorkirin û wiha got: "Rola MİT'ê bi awayeki aşkere hatiye tespîtkirin."    Dozgerê Komarê yê ku lêpirsîn li Enqereyê dimeşand jî, pişti daxuyaniya Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan a "Dibe ku ev hesabê navxweşi be" xwest wekî "Înfaza navxweşî" penase bike û. Lê têkiliya cînayet ya bi MÎT'ê re bi belgeyan derket holê.    OCALAN: SÎNORÊ ŞIKANDINÊ YE'    Têkildarî zanîn û belgeyên derketin holê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got “Baransu, Emre û yên din gotin ‘22 kadroyên PKK'ê bên kuştin,' û nivîsandin. Bi sakîneyê dest pê kirin' Bi qetilkirina Sakine Cansız û hevalên wê dixwazin pêvajoyê xelas bikin" Ocalan, anî ziman ku bi kuştina Sakine Cansiz û hevalên wê peyama esasi xwestine bidin PKK’ê û got: “Ji Ozal heta îro di pêvajoyên çareseriye de hêzên komploger, her dem êrîş kirin. Dibe ku tiştên mezintir bibin. Qurbana Glaido ya dawî Sakine nin. Peyama me jî PKK wisa te halkrin! Darbeya 9'e Çileye    hamleya darbeyê ye."      Ocalan baş kişand ser gotina Mehmet Baransu a di Rojnameya Tarafê de gotibû “Ger ku 21 kadroyên rêberê PKK'ê bên îmhakirin dê mesele çareser bibe' û got: "Yek ji vana Sakine ye. Yên din jî dixwazin bikin hedef. Lîsteyek bi bandor derxistine.Wekî salen 90’î ku listeya karsazan derxistibûn. Ev listeya Çillerê ye. Berê planên MİT’ê yen wisa hebûn. Kuştina Sakîne sînorê şikandine ye. Li Tirkiyeye bi qasî 19'ê Gulanê girîng e. Bi qasi Abdulhamit ji text    daxistin û Mahmutê uyemlîn derbasî Ocaxa Yeniçeri kirin, girîng e. Bi qasî darbeyên 27'ê Gulanê û 12'ê Adarê girîng in. Dîroka 9'ê Çile jî ji bo me Dîrokek girîng e. Di 7'emîn salvegera kuştina 3 jinen Kurd de hevalên wan ên xebatê ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kirin. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) Nupel Munzur, bi komkujiya li Parisê ne tenê peyam dan Jina kurd, peyam dan hemû jinên li Cîhanê têkoşîna azadiyê didin. Di pêvajoya hevditian bi Ocalan de ev yek pek hat û xwestin rê li pêş hevdîtinan bigirin.    BERDEWAMA KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ YE   Munzûr, anî ziman ku komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile, berdewama komploya 9'ê Çile ya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan e û got: "Dibe ku MİT di cînayet de tenê tetîkkêş be. Le hêzên li pişt tetîkşêk hene. Ji ber ku hêzên navneteweyî û dewletên çete li pişt cînayetê ne ev cînayet ronî nabe. Omer Guney di îfadeya xwe de dibêje Dewleta Fransa ew dît, le asteng nekir. Lê sibê teqez ev cînayet dê ronî bibe."    Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî anî ziman ku ji ber 3 jinên kurd pir çalak xebat dikirin hedef hatin nişandan u wiha got: "Cînayet li Fransa ku wekî navenda demokrasiyê tê zanîn pêk hat. Ev nişan dide ku destê Fransa jî di nava vê yekê de heye. Hem dadgeha mafên Mirovan a Ewropa lê heye û hem jî Parlamentoya Ewropa lê heye. Li vir her tişt di bin çavdêriye de ye. Bûyerek wisa li vir haye qebûlkirin. Ev nîşan dide ku di cînayet de tiliya Tirkiye û    Firansa jî di nava vê cînayetê tde heye. Di vê pêvajoye de mirina Omer Guney ne tesadufî ye. Gora Guney li ku ye? Dixwazin ser kuştinê bigirin"    Uca, da zanîn ku 3 sal piştî salvegera komkujiyê li Sîlopiya Şirnexe vê carê Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir hatin kuştin û ev nîşan dide ku dewlet jina kurd a azad û siyasetmedarên jin ên Kurd dike hedef. Uca, da zanin ku we bi Cansiz, Şaylemez û Dogan re jî xebitiye û wiha got: "3 jinên Kurd pir bi hêz bûn. Bi vê yekê têkoşîna azadiya kurd a Pozitif kirin hedef. Xwestin felsefeya azadtiyê jina Kurd, felsefeya PKK'ê û felsefeya Ocalan bikin hedef.    MA / Arjin Dilek Oncel