Parêzerê ku negirtina eywana dadgehê: Berê me digirtin salonên dadgehên leşkerî jî 2020-01-08 12:23:49 ENQERE - Endamê Parêzerên Sînor Nenas Parêzer Per Stadîg ku ji bo şopandina Demîrtaş hatibû û wî negirtin eywana dadgehê, diyar kir ku berê wî girtina salonên dadgehên leşkerî û bi pirsgirêkeke wiha re rû bi rû nemaye. Daneşîna Doza Sereke ya Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li 19'ê Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê berdewam dike. Endamên Parêzerên Sînor Nenas Parêzer Per Stadîg û Stende Geer ku ji bo şopandina Demîrtaş ji Swêdê hatibûn, negirtin eywana dadgehê. Her dı parêzeran têkildarî negirtina xwe ya eywana dadgehê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û nirxandinan kirin.    'DOZA DEMÎRTAŞ POLÎTÎK E'   Parêzer Per Stadîg, diyar kir beriya niha gelek caran ji bo tevlîbûna dadgehan hatiye Tirkiyeyê lê bi pêkanîneke bi vî rengî re rû bi rû nemaye û wiha got: "Cara yekemîn di sala 1988'an de hatim . Wê demê me digirtin eywanên dadgehên leşkerî û bi pirsgirêkeke wiha re rû bi rû nediman." Stagîg têkildarî doza Demîrtaş jî got ku ji sûc wêdetir dozeke polîtîk e û dewletê ji bo ku HDP'iyan di hundir de bigire vekiriye.    'SERXWEBÛBA DARAZÊ NEMAYE'   Parêzer Stende Geer jî diyar kir ku doz ji ber ku dozeke polîtîk bûye wan negirtine eywana dadgehê û wiha got: "Ji ber ku delîleke baş tuneye, naxwazin dosya bê bihîstin. Li Tirkiyeyê lîderek ji bo sedemên siyasî pêşiya lîderelî digire û ew davêje zindanê. Weke welatekî namzetê Yekitiya Ewropayê (YE) êdî li Tirkiyeyê serxwebûna darazê nemaye. Endamtiya Tirkiyeyê ya YE'yê nepêkan bûye.   Geer û Stadig, dê îro careke din ji bo tevlîbûna daneşîna Demîrtaş biçine eywana dadgehê.