Bi ser kuştina Metîn Goktepe re 24 sal derbas bûn 2020-01-08 11:37:38 STENBOL – Bi ser qetilkirina rojnamevan ango nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe re 24 sal derbas bû. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya  Evrenselê Fatîh Polat da zanîn ku duh rojnamevan dihatin kuştin îro jî rojnamegerî tê kuştinê. Rojnamevan ê nûçegihaniya Rojnameya Evrsenselê Metîn Goktepe di 8’ê çileya 1996’an de bi gotina “Teqez divê ez vê nûçeyê bişopînim” a merasîma Orhan Ozen û Riza Boybaş ên girtî siyasî ku di sala 1996’an de hatibûn kuştin bişopanda. Lê Goktepe ji aliyê polîsan ve hat girtin û bi lêdana ew qetil kirin. Bi ser kuştina Goktepe re 24 sal derbas bûn. Kuştina Goktepe li pey xwe deng veda bû. Dewletê serê ewil kuştinê qebûl nekir û pişt re neçar ma ku qebûl bike. Tevî hemû darizandin û lêgerîna edaletê jî dadgehê cezayê wek xelatê da kujerên Goktepe. ‘SERDEMEK ZEXTÊN GIRAN BÛ’ Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ku hevrêyê Goktepe bû behsa bîranîna Metîn Goktepe kir û da zanîn ku dema Goktepe hat kuştin li ser rojnamevanan zextên giran hebûn û di serê salên 1990’an de kuştina rojnamevanan bi kuştina rojnamevanên kurd dest pê kir. Polat anî ziman ku rojnamevanên kurd ên wek Mûsa Anter, Huseyîn Denîz, Ferhat Tepe û gelek rojnamevanên din di wê pêvajoyê de hatin qetilkirin û got: “Di heman demê de rojnamevanên muxalîf jî bûbûn armanc. Bi kuştina rojnamevanên kurd re li rojavayê Tirkiyê zextên giran li ser rojnamevanan dest pê kiribûn. Rojnamevanên ku li pey rastiyê û têkoşîna mafên mirovan bûn bi tundiyê re rû bi rû diman. Kuştina Metîn jî kuştinek wiha bû. ‘TEQEZ DIVÊ EZ BIŞOPÎNIM’ Polat diyar kir ku Goktepe bi kelecana ku got “Teqez divê ez vê nûçeyê bişopînim” çû şopandina nûçeya : “Ev hevok gotina biryardariyê ye. Hevokek bi salane ji bîra me neçûye. Rayedarên demê kuştina Metîn înkar kirin lê li dijî daxuyanî û înkarkirina wan têkoşînek xurt hat dayîn û xwedî derketinek mezin çêbû. Têkoşîna me derxist holê ku Metîn hatiye qetilkirin.” ‘ÎRO DIXWAZIN ROJNAMEGERIYÊ BIKUJIN’ Polat destnîşan kir ku piştî kuştina Goktepe jî kuştina rojnamegeran kêm nebû û wiha got: Herî dawî Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk û belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Kadrî Bagdû li Edeneyê li nava kolanê hat kuştin. Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê bi dehan televizyon, rojname, ajans û sazî û dezgehên ragihandinê hatin girtin. Di salên dawî de bi dehan rojnamevan hatin girtin, ceza li wan hat barandin, cezayê pereyan li wan birîn, neçar man derkevin derveyî welat, bêkar man. Di salên 1990’an de rojnamevan dihatin qetilkirin û îro jî dixwazin rojnamegeriyê bikujin û ji holê rakin. Tevî hemû zext û zordestiyan jî em ê xwedî li mîrateya rojnamevanên hatin qetilkirin û rojnamevanên girtî derkevin û vê kevneşopiyê berdewam bikin.” MA / Erdogan Alayûmat