Qeyûm fiyetê avê ji sedî 330 buha kir 2020-01-08 09:16:31   AMED – Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, li bajêr fiyetê avê ji sedî 103 û li navçeyan ji sedî 330 buha kir.    Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Hasan Basrî Guzeloglû ku tayînî şûna Hevşaredar Selçûk Mizrakli hat kirin, di 27'ê Mijdara 2019'an de fiyetê avê buha kiriye. Qeyûm li bajêr fiyetê avê ji sedî 103 û li navçeyan jî ji sedî 330 buha kiriye.    Qeyûm Guzeloglû, li bajêr ji bo heta 15 metrekup av ji sedî 25 fiyetê avê buha kiriye û ji 2.64 TL'yan kiriye 3.55 TL. Ji bo bikaranîna 15 metrekup av jî ji sedî 103 fiyet buha kiriye û ji 2.64 TL'yan kiriye 5.33 TL.    Her wiha li navçeya Erxenî, Bismil û Farqînê jî ji bo heta 15 metrekup avê fiyetê avê ji 1.77 TL'yan kiriye 3.5 TL û ji bo bikaranîna 15 metrekupan jî fiyetê avê ji 1.77 TL'yan kiriye 5.25 TL. Li navçeya Çêrmûg, Şankûş, Pîran, Pasûr, Gêl, Licê, Hezro, Hênê û Karazê jî ji bo heta 15 metrekupan fiyetê avê ji sedî sed biha kiriye û ji 1.2 TL'yan kir 3.45 TL û ji bo bikaranîna 15 metrekupê jî fiyetê avê ji sedî 330 zêde kiriye û ji 1.2 TL'yan kir 5.18 TL.