Berfîn Ozek: Cezayê hatiye birîn ne berdêla êşên min e 2020-01-08 09:11:11 HATAY - 13 sal û 6 meh ceza li Casim Ozan Çeltîk hat birîn ku tîzav (asît) avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Ozek, ji bo vî cezayî bertek nîşan dan û got, ev ceza ne berdêla êşa wê ye. Di 15'ê Çileya 2019'an de Casim Ozan Çeltîk, tîzav (asît) avêtibû serçavê Berfîn Ozek a 19 salî û hatibû girtin. Di danişîna biryargirtinê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îskenderûnê de bi tawanbariya "birîndarkirina biqesdî" 12 sal û bi tawanbariya "peydakirina madeya sotîner" jî 18 meh ceza li Çeltîk hat birîn.    Berfîn Ozek, anî ziman ku cezayê hatiye birîn kêm e û bertek nîşan dan. Ozekê got, cezayê hatiye birîn ne berdêla êşa wê ye.    Ozek, anî ziman ku wê dev ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernede û got: "Em ne li benda vî cezayî bûn. Îhtimala ku sûcdar ji girtîgehê derkeve jî heye. Îjar ez ê bi vê tirsê çawa bijîm? Wê têkoşîna me ya hiqûqê dewam bike. Cezayê giran çi be dixwazim lê bê birîn. Ev ne berdêla êşa min e".    WÊ ÎTIRAZ BIKIN    Parêzer Mehtap Sert jî anî ziman ku biryara dadgehê ne biryareke hiqûqî ne jî biryareke wijdanî ye. Sert, got: "Çimkî bersûc baş dizane tîzava sulfirîk (asît) kujende ye û radibe lître û nîvê davêje ser çavê wê. Ji bo delîlan ji holê rabike haziriya xwe dike. Ev jî nîşan dide ku bersûc baş dizane tişta ku dê bike wê çawa be. Ev li gor krîterên kuştina biqesdî ya Dadgeha Bilind in. Lê belê di biryara dadgehê de sedemeke hiqûqî û wijdanî tuneye".    Sert, anî ziman ku piştî biryar teblîxî wan bê kirin ew ê li Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê îtiraz bikin û wê têkoşîna wan î hiqûqî dewam bike.    MA / Hamdûllah Kesen