Rapora pêzaniyê got 'ne ew e', lê dadgehê bi dek û dolabên polîsan 13 sal ceza lê birî 2020-01-08 09:09:09 STENBOL - Li Esenyûrtê marketek hatibû şewitandin û xistibûn stuyê belavkarê rojnameyê Omer Ekîn. Di danişîna 18'ê Kanûna 2019'an de 13 sal û 10 meh ceza li Ekîn birîn. Lê belê di dema bûyerê de telefona wî li malê bûye û kesê di dîmenên kameraya ewlehiyê de jî bi raporan hatiye îspatkirin. Ekîn, got polîsan dek û dolap lê gerandine.  Di 18'ê Adara 2019'an de li Esenyûrt a Stenbolê marketek hatibû şewitandin.   Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Omer Ekîn jî di 28'ê Adara 2019'an de gava li Esenyûrt a Stenbolê rojname belav dikir hatibû binçavkirin û di 18'ê Adarê de hatibû girtin. Şewitandina marketê xistibûn stuyê Ekîn û ji ber vê hatibû girtin.    Piştî Ekîn birin Girtîgeha Sîlîvriyê demildest îdinameya wî amade kirin û di 22'yê Nîsanê de jî dan ber dadgehê. Dozger di îdinameyê de xwest Ekîn bi "endamtiya rêxistinê", "zirardayîna mal" û "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.    Di îdinameyê de sînyalên telefonên kesên gumanbar ên market şewitandine cih girtine. Lê belê di tabloya sinyalên telefonan de, sinyalên telefona Ekîn li mala wî dixuyên. Lê di girteka tespîtkirina dîmenên bûyerê de tê îdiakirin ku kesê serçavê wî nixumandî Ekîn e. Di îdianameyê de ji bo kesê ser çavê nixumandî tê gotin qama wî 1.60, temenê wî li dor 17-18 salan û zikmezin e. Lê belê Ekîn 23 salî ye, qama wî 1.85 cm û ne zikmezin e.    RAPORA PÊZANIYÊ GOT NE EKÎN E    Delîlên îdianameyê tenê ev tişt in û Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenbolê qebûl kir. Di danişîna 7'ê Hezîrana 2019'an de Ekîn diyar kir ku kesê navbirî ne ew e û xwest dîmen ji pêzaniyê re bên şandin. Piştî dadgehê daxwaza wî red kir, parêzeran dîmen ji pêzaniya taybet re şandin. Di rapora pêzaniya taybet de, tê gotin kesê di dîmenan de ne Ekîn e.    Lê belê dadgehê di danişîna 18'ê Kanûnê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "zirardayîna mal" û "propagandaya rêxistinê" 13 sal û 10 meh ceza li Ekîn birî.    'KOMPLO YE'   Ekîn, ji bo cezayê lê hatiye birîn, anî ziman ku tu eleqeya vî cezayî bi hiqûq û wijdanê re tuneye. Ekîn, di nameya ku ji girtîgehê şand de destnîşan kir ku di şexsê wî de têgîna "edaletê" hatiye binpêkirin. Ekîn, di nameya xwe de anî ziman ku polîsan dek û dolap lê gerandine û got: "Min li Esenyûrtê rojname belav dikir. Polîsan gelek caran ez didam sekinandin. Ji bo karta min î rojnameyê digotin 'sixte' ye û ez dibirim qereqolê. Armanca wan, astengkirina belavkirina rojnameyê bû, lê belê nikaribûn. Digotin, 'Vê rojnameyê belav neke, here ji xwe re karekî baş bibîne. Heger tu belav bikî em ê tiştekî bînin serê te'. Lê dîsa jî min dev ji karê xwe berneda".    ‘WÊ HEQÎQET BÊ NIVÎSANDIN'    Ekîn, destnîşan kir ku piştî polîsan nikaribû ji bo belavkirina rojnameyê pêşî lê bigirin, vê carê şewitandina marketê xistine stuyê wî û got: "Bi vî hawî dixwazin me bitepisînin. Bi delîl û îdianameyên sixte ceza li rojnamevanan dibirin. Lê divê bê zanîn, wê heqîqet tim û tim bê nivîsandin û wê bigihê gel".